Li Rihayê qezaya trafîkê: 6 birîndar

1 demjimêr berê
Nîşan Riha Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - LI navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Şeva borî li 5emîn kîlometreya Siwêreg û Rihayê otomobîla ku Murat A. diajot ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û Ramazan A.yê 22 salî, Havva A.ya 21 salî, Adem A.yê 58 salî, Mahmut A.yê 29 salî û Adem A.yê 2 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst