Li Xarpêtê teyrokê zerer da daran

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Teyrokê (zîpik, gijlok) li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê bandoreke xirab li jiyanê kir.

Li Bakurê Kurdistanê meha nîsanê bi dawî dibe lê hîn jî baran û şîliyeke zêde heye.

Doh li navenda Xarpêtê nêzîkî demjimêrên êvarî teyrokê dest pê kir û 20 deqîqeyan bi awayekî tund bariya.

Ji ber zîpikê erd, cade û kolan û ser otomobîlan spî bûn û peya û ajokaran zehmetî kişand.

Her wiha teyrokê zerar da daran û pelên wan weşandin.

Piştî zîpikê jî baranê dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst