Li Siwêregê qeza: Mirî û birîndar hene

13-11-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di encama lihevketina du kamyonan de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Qeza li ser rêya di navbera Siwêreg û Kolikê de rû da.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

 Hat zanîn ku şofêrê yek ji kamyonan di nav wesayîtê de asê mabû û piştî xebateke nêzîkî saetekê ji aliyê tîman ve hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Li nexweşxaneyê, tevî hemû hewldanên bijîşkan, şofêrê bi navê Ramazan B. mir.

Hat ragihandin ku dermankirina şofêrê din didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst