Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, demsala komkirina hinaran bi dawî bûye û dema çêkirina ava hinaran dest pê kiriye.
Bi dehan jin li hev kom dibin û bi tonan hinaran dadiweşînin.
Piştî daweşandinê bi makîneyan ava hinaran tê derxistin û nêzîkî 10 demjimêran di beroşan de tê kelandin.
Her tişt mîna berê û bi rêbazên kevneşopî tê kirin.
Welatiyê bi navê Muslum Kaplan anî ziman:
“Em van hinaran ji daran qut dikin, tînin dikin heb û bi makîneyê jî ava wan derdixînin û wê avê di sîtilan de dikelînin.
Dims û tirşê hinaran çêdikin. Tirşê hinaran ji bo seleteyê dibe.”
Malbat bi qasî pêwîstiya xwe ya zivistanê ji xwe re radikin û beşa mayî jî ji bo firotinê dişînin bazarê.
Her wiha sûdeke zêde ya ava hinaran ji bo nexweşiyan heye.
Kebaniya bi navê Fadîle Kaplanê jî got:
“Em wan dadiweşînin û heta êvarê dikelînin. Em di çiwalan de pê lê dikin.
Zivistanê em dixin nava her xwarinê. Em rojekê dikelînin. Ji şekir, tansiyon û her nexweşiyê re rind e.”
Ava hinaran bi taybetî li xwaringehan û malan wekî tirşeke xwezayî tê bikaranîn û kîloya wê li bazarê bi 500-600 lîreyan tê firotin.
Hinarê Sirûcê ji ber taybetmendiya xwe sala 2023yan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi navê Sirûcê hat tomarkirin û belgeya nîşana erdnîgariyê stand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse