Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî diyar kir ku nêrîna dewletên cîran li hemberî wan guheriye û ew êdî hebûna HSDyê wekî sedema şer nabînin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê ragihand ku wan li ser çarçoveyeke giştî li hev kiriye da ku HSD û Hêzên Asayîşê di nav Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera 10emîn a damezrandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rûxandina rejîma Esed de axivî.
"Sûriye ji tarîtiya 10 salan xilas bû"
Mezlûm Ebdî rûxandina rejîma Esed li gelê Sûriyeyê pîroz kir û ev bûyer wekî destpêka avakirina Sûriyeyeke nû pênase kir.
Fermandarê Giştî yê HSDyê got, "Rejîma Beasê Sûriye di nav tarîtiyê de hiştibû lê îro gelê Sûriyeyê ji vê tarîtiyê xilas bû.
Armanca şoreşê ne tenê çûna dîktatorekî bû, armanc avakirina nîzameke hevpar û pirrengî ye ku hemû pêkhate di parlamentoyê û hikûmetê de cih bigirin."
"Rêkeftina 10ê Adarê bingeha dîrokî ye"
Mezlûm eşkere kir ku ew ji destpêka pêvajoya guherînê ve bi Rêveberiya nû ya Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne û "Rêkeftina 10ê Adarê" wekî belgeyeke dîrokî bi nav kir.
Fermandarê Giştî yê HSDyê di berdewamiyê jî de got, "Rêkeftina 10ê Adarê dê bibe bingehek ji bo Sûriyeya nû.
Em, HSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî zêdetir bi vê rêkeftinê ve girêdayî ne û em dixwazin di çarçoveya vê peymanê de pêşketinan bi dest bixin."
Mizgîniya rêkeftina leşkerî
Mezlûm Ebdî bal kişand ser dan û standinên leşkerî û ewlehiyê yên bi hikûmeta Şamê re û diyar kir ku pêşketinên girîng çêbûne.
Ebdî di berdewamiyê jî de got, "Me li ser çarçoveyeke giştî li hev kiriye ku Hêzên HSDyê û Hêzên Asayîşê di nav dewleta Sûriyeya nû de, di Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe de cihê xwe bigirin.
Heyeta me niha li ser hûrgiliyan nîqaşê dike. Em hêvî dikin berî sersalê mizgîniya rêkeftineke tam bidin gelê Sûriyeyê."
"Dewletên cîran êdî şer naxwazin"
Mezlûm Ebdî guherîna helwesta dewletên cîran a li hemberî HSDyê jî nirxand û got:
"Dewletên cîran îro mîna berê bi awayekî tûj li dijî me nînin û hebûna me wekî sedema şer nabînin.
Ew jî di çarçoveya Rêkeftina 10ê Adarê de çareseriyê dixwazin û ev yek pêşketineke girîng e."
Mafên Kurdan û destûra nû
Fermandarê Giştî yê HSDyê teqez kir ku divê mafên neteweyî yên Kurdan û hemû pêkhateyên din Durzî, Elewî, Tirkmen di destûra nû de werin misogerkirin.
Ebdî behsa mafên destûrî yên Kurdan jî kir û got,"Mijara mafên Kurda mijareke neteweyî ye.
Di Rêkeftina 10ê Adarê de madeyek taybet ji bo vê hebû lê di danezana destûrî de wekî nakokî hat hiştin.
Ev yek dê were sererastkirin û gelê Kurd dê mafê xwe di destûra Sûriyeya nû de misoger bike."
Rola MSDyê
Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de rola Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bilind nirxand û MSD wekî "sîwana siyasî" ya HSDyê û hêza yekane ya ku dikare hemû pêkhateyên Sûriyeyê li dora projeyeke neteweyî bicivîne pênase kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse