Besam Îshaq: Em nikarin bi artêşa niha ya Sûriyeyê bawer bin

23-09-2025
RÛDAW
Sîma Abxizir û Besam Îshaq /Wêne: Rûdaw
Sîma Abxizir û Besam Îshaq /Wêne: Rûdaw
Nîşan Besam Îshaq MSD HSD Sûriye Ehmed Şer Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Nûneratiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Washingtonê Besam Îshaq ragihand ku serdana Ehmed Şer ya Amerîkayê tiştekî ji rewşa navxweyî ya Sûriyeyê naguherîne.

Îshaq fikarên xwe derbarê rewşa ewlehiyê ya welat de anîn ziman û got ku artêşa Sûriyeyê "artêşeke yek reng" e û gel pê bawer nake, beşek ji komên çekdar ne di bin kontrola Ehmed Şer de ne û ji ber vê yekê jî Şamê pabendî rêkeftina 10ê Adarê ya li gel HSDyê nebûye.

Besam Îshaq beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû ku ji aliyê Sîma Abxêzer ve hat pêşkêşkirin, û behsa serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer ya Amerîkayê kir.

Îshaq ragihand ku armanca serdanê gotûbêjeke li ser asteke bilind a serokatiyê ye ku mebest jê dayîna corekî rewayetiyê ye bi birêvebiriya nû ya Şamê.

Îshaq her wiha got, "Ez bawer nakim ku ti bandora wê ya rasteqîn li ser rewşa navxweyî ya Sûriyeyê hebe.

Ji ber ku li nav Sûriyeyê pirsgirêk hene ku divê ji hundir ve werin çareserkirin."

Serdana dîrokî ya Şer a Amerîkayê

21ê Îlonî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi serdaneke fermî gihişte New Yorkê ji bo ku beşdarî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe.

Piştî 56 salan ev serdana yekem a serokekî Sûriyeyê ye.

Serdana Şer di medyaya cîhanê de deng veda, bi taybetî ku heta nêzîkî salek berê yek ji daxwazkiriyên herî mezin ê Amerîkayê bû û xelata ji bo dayîna agahiyan li ser wî 10 milyon dolar bû.

Besam Îshaq zêdetir behsa serdana Şer dike û dibêje, "Rewşa navxweyî ya Sûriyeyê bi yek serdanê nayê guhertin.

Tiştê ku ji vê serdanê tê payîn hewldanek e ji bo dayîna rewayetiyê û çêkirina bandorê ye ji bo ku helwesta tund a hin endamên Kongreyê derbarê Yasaya Qeyser (yasaya taybet bi cezayên li ser Sûriyeyê) de were guherti.

Ji ber ku beşek ji endamên Kongresê li dijî rakirina cezayên Yasaya Qeyser bêyî şert û merc in."

Ehmed Şer di panelekê de li New Yorkê tekezî li ser girîngiya rakirina cezayan kiribû û amaje bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo rakirina cezayan kiribû û ew wekî "gaveke wêrek" bi nav kiribû.

Wî daxwaz ji Kongreyê kiribû ku gavên rakirina cezayan lez bike û gotibû, "Pêwîstiya Sûriyeyê bi derfeteke nû ya jiyan û jinûveavakirinê heye."

"Şam pabendî rêkeftinê nebûye"

Endamê nûnertiya MSDyê amaje bi gotûbêjên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de dike û Şamê bi wê yekê tometbar dike ku pabendî rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de nebûye û got:

"Gotûbêj berdewam in û dem ji wan re pêwîst e. Her du aliyan li ser çend xalan li hev kiribû lê ev xetên giştî bûn, ne madeyên dawî ne û dikare gotûbêj li ser wan bê kirin."

Besam Îshaq zêdetir behsa gefên Şamê yên li HSDyê dike û wan wekî gaveke ji bo razîkirina Tirkiyeyê wekî hevpeymaneke girîng a Şamê bi nav dike û dibêje:

"Ne HSD û ne jî Şam nikarin bibêjin ku daxwazên wan hatine yekalîkirin. Tiştê ku tê gotin zêdetir ji bo ragihandinê û razîkirina Tirkiyeyê ye wekî hevpeymana bihêz a Şamê ye.

Ji ber ku Şam tenê behsa xalekê ji nav rêkeftinê dike ku ew jî tevlîbûna HSDyê di nav artêşa Sûriyeyê de ye, lê di rêkeftinê de behsa hûrgiliyan nehatiye kirin."

Ehmed Şer berî serdana xwe ya Amerîkayê, di gotûbêjekê de li gel medyayê HSD tometbar kiribû ku pabendî rêkeftinan nabe û gotibû:

"Eger heta dawiya salê HSD pabendî rêkeftinan nebe, dibe ku Tirkiye gavên leşkerî li dijî HSDyê bavêje."

"Artêşeke niştimanî xelkê sivîl nakuje"

Nûnerê MSDyê red dike ku HSD pabendî rêkeftinê nebûbe û amaje bi binpêkirinên hikûmeta Sûriyeyê yên li hember rêkeftinê dike û dibêje:

"Ji dema ku rêkeftin hatiye kirin ve, binpêkirinên Şamê yên li hember rêkeftinê berdewam in.

Rêkeftin dibêje ku divê şer di navbera Sûriyeyiyan de çênebe, lê şer li peravên Sûriyeyê û li Siweydê qewimî û binpêkirinên mezin li dijî mafên mirovan hatin kirin, xelkê bêguneh hat kuştin û komên biyanî di kuştina xelkê de beşdar bûn.

Vê yekê guman li cem HSD û Rêveberiya Xweser çêkir û bawerî bi tevlîbûna ligel artêşa niha ya Sûriyeyê lawaz kir, ji ber ku artêşeke niştimanî xelkê sivîl ê bêguneh nakuje."

Roja duşemê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li New Yorkê di panelekê de li Lûtkeya Salane ya Concordiayê behsa pirsgirêka çekên li Sûriyeyê kir û got, "Divê çek tenê di destê dewletê de be."

Serokkomarê Sûriyeyê behsa hewldanên hikûmetê yên ji bo yekxistina komên çekdar di çarçoveya artêşa nû ya Sûriyeyê de kir û Şer ragihand ku wan gotûbêj li gel gelek komên çekdar û HSDyê kirine ji bo ku hêzên xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bikin û "sûd ji ezmûna salên wan ên borî were wergirtin."

Derbarê pirsgirêka Kurdan de, Ehmed Şer tekezî li ser parastina mafên Kurdan kir û got:

"Di yekemîn rûniştina me de li gel Mezlûm Ebdî, me behsa wê yekê kir ku mafê Kurdan parastî ye.

Eger hûn ji bo mafê Kurdan têdikoşin, pêwîstî bi rijandina yek dilop xwînê jî nake."

"Pêwîstî bi gavên avakirina baweriyê heye"

Derbarê gotinên Şer de, Besam Îshaq ji bo avakirina baweriyê daxwaza pêngavan ji Şamê kir û got:

"Bêyî hebûna pêngavên avakirina baweriyê û tevlîbûneke qonax bi qonax, bipêşketin ne mimkun e.

Ji ber vê yekê, her ku Serok Ehmed Şer behsa radestkirina çekan dike, yan jî ku HSD an MSD projeyeke cudaxwaz e, hingê baweriya HSD, Rêveberiya Xweser û MSDyê bi Serokê demkî Ehmed Şer zêdetir lawaz dibe, ku em hêviya serkeftinê jê re dixwazin di bidestxistina baweriya me de."

Îshaq fikarên xwe yên zêdetir derbarê artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de anîn ziman û got:

"Polîs û artêşa ser bi hikûmeta demkî ve, ne artêşên niştimanî ne, ji ber ku nûneratiya hemû pêkhateyan nakin, tenê artêşên yekreng in.

Ji ber vê yekê heta ku artêşeke niştimanî ya ku nûneratiya hemû Sûriyeyên ji hemû netewe, eşîr û olan bike, pêk neyê, em nikarin bi vê artêşê bawer bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst