Li Başûrê Kurdistanê bîlançoya lehiyê giran e: 5 mirî, 19 birîndar

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Lehî Mirin Birîndarbûn Zerer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hevahengiya Krîzan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di encama pêla baranê û lehiyê de li Başûrê Kurdistanê 5 kesan canê xwe ji dest daye, 19 kes birîndar bûne û 2 hezar û 225 malan jî zerer dîtiye.

Di daxuyaniya Navendê de amarên parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Helebce û Dihokê cih girtin.

Hat diyarkirin ku 2 hezar û 225 malan zerer dîtiye, 394 hezar û 900 ajal û masî mirar bûne, zêdetirî 215 dikan û 107 baxçe û xaniyên baxçeyan û 534 projeyan zerer dîtiye.

Ziyanên li gorî parêzgehan

Navenda Hevahengiya Krîzan ragihand ku ji ber baran û lehiyê li parêzgeha Silêmaniyê 2 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Derbarê ziyanên madî yên li sînorê Silêmaniyê de hat gotin:

"Hezar û 607 malan zerer dîtiye, 15 hezar çûçikên mirîşkan mirar bûne, 200 otomobîl, 115 dikan û kargeh û her wiha 450 projeyan zerer dîtiye."

Li Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ku ya parêzgeha Silêmaniyê, ji ber lehiyê kesekî canê xwe ji dest da.

Navenda Hevahengiya Krîzan diyar kir, "Li Germiyanê 150 mal û zêdetirî 100 dikan û kargehan zerer dîtiye."

Piştî parêzgeha Silêmaniyê ku Çemçemal û derdora wê û Germiyan li xwe digire, herî zêde zerer gihiştiye Kerkûkê.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Kerkûkê 2 kesan canê xwe ji dest daye û kesek birîndar bûye.

Navendê got, "Li sînorê Kerkûkê 435 mal û 5 projeyan zerer dîtiye."

Derbarê parêzgeha Hewlêrê de jî Navenda Hevahengiya Krîzan got:

"Şeş kes birîndar bûne, 20 malan zerer dîtiye, 397 hezar û 900 masî telef bûne.

Her wiha 107 baxçe û xaniyên baxçeyan û 78 projeyan zerer dîtiye."

Li gorî daxuyaniyê, rêjeya zêde ya baranê û bilindbûna asta avê zerer daye parêzgeha Helebceyê jî lê li parêzgeha Dihokê ti ziyanek çênebûye.

Navendê diyar kir, "Li Helebceyê 4 malan zerer dîtiye û ziyana canî nîne."

Derbarê deverên din de jî hat gotin: "Li Îdareya Serbixwe ya Soranê 4 mal û li Îdareya Serbixwe ya Raperînê 5 malan zerer dîtiye.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ziyan nehatine tomarkirin."

Li Çemçemalê betlane hat dirêjkirin

Pêla baranê 7ê vê mehê dest pê kiribû û 9ê mehê bandora xwe zêde kiribû û bûbû sedema lehiyê li beşekî Başûrê Kurdistanê.

Navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê herî zêde zerer dîtibû.

Li Çemçemalê heta îro li sazî û dibistanan dest bi dewamê nehatiye kirin.

Birêvebirê Perwerdeya Çemçemalê Ebdula Heme Kakereş îro ji Rûdawê re got:

"Me biryar da ku em betlaneya dibistanan dirêj bikin, ji ber ku rewşa bajêr û ziyanên heyî rê nadin ku em dest bi dewamê bikin."

Yek ji wan cihên din ên ku li Çemçemalê zerer dîtibû torên avê bûn.

Endamê Lijneya Şopandina Bûyera Lehiyê ya Çemçemalê Babe Resûl Xefûr ji Rûdawê re got:

"Piraniya pirsgirêkên dabeşkirina avê hatine çareserkirin û dabeşkirina avê dest pê kiriye."

Ziyanên lehiyê yên li Başûrê Kurdistanê bi giştî wiha ne:

Parêzgeha Hewlêrê

Mirî: 0

Birîndar: 6

Mal: 20

Masî: 397,900 (telef bûne)

Otomobîl: 2

Dikan û kargeh: 0

Baxçe: 107

Proje: 78

Parêzgeha Silêmaniyê

Mirî: 2

Birîndar: 12

Mal: 1,607

Çêlikên mirîşkan: 15,000 (telef bûne)

Otomobîl: 200

Dikan û kargeh: 115

Proje: 450

Parêzgeha Dihokê

Ti ziyanek çênebûye.

Parêzgeha Helebceyê

Mal: 4

Parêzgeha Kerkûkê

Mirî: 2

Birîndar: 1

Mal: 435

Proje: 5

Îdareya Serbixwe ya Germiyanê

Mirî: 1

Birîndar: 0

Mal: 150

Dikan û kargeh: 100+

Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê

Ti ziyanek çênebûye.

Îdareya Serbixwe ya Soranê

Mal: 4

Îdareya Serbixwe ya Raperînê

Mal: 5

Bi giştî ziyan:

Mirî: 5

Birîndar: 19

Mal: 2,225

Ajal û masî: 394,900

Otomobîl: 202+

Dikan û kargeh: 215+

Baxçe: 107

Proje: 534+

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst