Li Teksasê lehiya wêranker: 82 mirî, 41 winda

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Teksas Lehî Mirin Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê di karesata lehiyê de hejmara kesên ku mirine derketiye 82yan û 41 kes jî winda ne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên navçeya Kerrê ya Teksasê, di karesata lehiyê de ya ku di 4ê Tîrmehê de ji ber baranên gur pêk hat, hejmara qurbaniyan derkete 82yan.

Ji ber baranên gur ên ku roja Înê ji nişka ve dest pê kirin, ava Çemê Guadalupeyê yê li navçeya Kerrê 8 metreyan bilind bû û bû sedema lehiyê.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina hinek kesên ku di lehiyê de mabûn berdewam dikin.

Parêzgarê Teksasê Greg Abbott di daxuyaniya xwe de ragihand ku li seranserê eyaletê 41 kes winda ne û dibe ku hejmar ji vê zêdetir be.

Rayedaran diyar kir ku ew dê heta hemû kesên winda bên dîtin hewldanên xwe bidomînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber karesata lehiyê ya li Teksasê, navçeya Kerrê wekî herêma karesatê îlan kiribû.

Çi bûbû?

Li eyaleta Teksasê di 4ê Tîrmehê de ji ber baranên gur ên ku ji nişka ve dest pê kiribûn, ava Çemê Guadalupe yê li navçeya Kerrê bilind û bûbû sedema lehiyê.

Parêzgarê Teksasê Gregg Abbott di parvekirina xwe ya li ser Xê de diyar kiribû ku ji bo têkoşîna li dijî lehiyên wêranker, wan hemû derfet seferber kirine.

Rayedarên herêmî jî ragihandibûn ku li herêma karesatê nêzîkî 50 hezar kes hene û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst