Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîjerê di encama lehiyên ku ji ber baranên zêde rabûn de herî kêm 47 kes mirin û zêdetirî 56 hezar kesan jî ji cih û warên xwe bûn.
Li gorî Birêvebiriya Giştî ya Parastina Sivîlan, lehiyê bandor li 7 hezar û 754 malbatên li 339 tax û gundan kiriye.
Birêvebiriyê di daxuyaniya xwe de got, “Nêzîkî 30 kesî piştî ku xaniyên wan hilweşiyan û 17 kes jî di avê de xeniqîn û mirin.
Her wiha di lehiyan de 70 kes birîndar bûn û 257 ser ajalên kedî jî telef bûn.”
Komîteya niştimanî ya berpirsa rêlibergirtina lehiyê diyar kir ku wan dest bi belavkirina alîkariya xwarinê kiriye û dixwazin alîkariyê bidin 3 hezar û 776 malbatan.
Li gorî rayedaran, hikûmetê 12 milyar frankên CFAyê (21,3 milyon dolar) ji bo alîkariya malbat û kesên ku li seranserê welêt ji lehiyê zerer dîtiye veqetandine.
Lehî li seranserê cîhanê bûye yek ji karesatên xwezayî yên herî wêranker û Afrîka ji ber guherîna avhewayê ya ku şêwazên baranê guherandiye, bi bandorên neyînî re rû bi rû maye.
Sala 2024an, baranên zêde bandor li nêzîkî 1,5 milyon Nîjeriyên li heşt herêmên welêt kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse