Li Şemzînan aşût: Rêya gundan hat girtin

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şemzînan Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji ber aşûtê rêya 2 gundan hat girtin.

Berfa ku 3 roj in li navçeyê bi bandor e, di hatûçûnê de bû sedema astengiyan.

Li gundên Bêntûr û Katûnê yên Şemzînanê, ji ber berfa zêde aşût ket li ser rêya wan.

Li ser agahdarkirinê tîmên Îdareya Taybet a Parêzgehê û yên Şefîtiya Şantiyeyê ya Şemzînanê çûn devera aşûtê.

Ekîban ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kir.

Ekîb ji bo rakirina komên berfê ku li hin xalan heta 4 metreyan bilind bûye û vekirina rêyên 2 gundan xebatê didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst