WAN - Îranê derî li ber medyaya cîhanê girt: Rojnameger li ser sînor in

1 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Orhan Aşan Îran Rojnameger Xwenîşandan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Gola Wanê Orhan Aşan ragihand ku gelek dezgehên medyayê yên navneteweyî û herêmî ji bo şopandina xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çûne ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Aşan diyar kir ku rojnameger dixwazin ji Wanê derbasî Îranê bibin û rewşê bişopînin lê rayedarên Îranê rê nadin wan, lewra ew neçar mane li ser sînor rewşê bişopînin.

Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber krîza aborî û daketina nirxê tumen li hemberî pereyên biyanî dest pê kiribûn, di roja 17an de li gelek bajaran berdewam dikin.

Di demekê de ku xwenîşandan her ku diçe berfireh dibin û hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe, Îranê ji bo qutkirina dengê xwenîşanderan hemû hêlên pêwendiyê yên wekî înternet û telefonê qut kirine.

Gelek dezgehên medyayê yên Tirkiye û cîhanê jî ji bo şopandina bûyerên li Îranê xwe gihandine parêzgeha Wanê ku hevsînorê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye.

"Medyaya cîhanê li ser sînor e"

Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Gola Wanê Orhan Aşan, îro derbarê rewşa dawî ya li ser sînorê Kapikoyê û liv û tevgera medyayê ya li Wanê ji Rûdawê re axivî.

Aşan ragihand ku ji ber qutkirina hêlên pêwendiyê yên li Îranê, pêwendiya xelkê bi cîhanê re qut bûye, lewra gelek rojnameger û nûnerên medyaya cîhanê ji bo şopandina bûyerên Îranê û wergirtina agahiyan berê xwe daye sînorê Kapikoyê.

“Rojnameger ji geştyarên Îranî zanyariyan werdigirin”

Orhan Aşan wiha pê de çû, “Medyayeke zêde hatiye ser sînor.

Ajansa Reutersê, temamiya medyaya Tirkiyeyê û gelek dezgehên ragihandinê yên cîhanê li vir in da ku derbasî Îranê bibin lê berpirsên Îranê bi ti awayî rê nadin televîzyon û rojnamegeran.

Rojnamegerên ku hatine, li ser sînor ji welatiyên ku ji wê derê tên pirsan dikin ka rewş li Îranê çi ye.”

“Çûna medyayê ya nav Îranê qedexe ye”

Aşan bi bîr anî ku Îran di demên krîz û aloziyan de deriyan li ber medyayê digire û got:

“Dema Amerîkayê operasyona asmanî li Îranê kir jî, nehiştin rojnameger derbas bibin û hemû ajansên biyanî dersînor kirin.

Niha jî çûna medyayê ya nav Îranê qedexe ye. Rojnamegerên ku hatine Wanê jî sibehê diçin ser sînor û êvarê vedigerin Wanê.

Ew weşanên xwe li ser sînor dikin ji ber ku nikarin derbasî aliyê din bibin.”

"Hatûçûn asayî ye"

Derbarê tevgera li ser sînor û îdiayên koçberiyê de jî Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Gola Wanê da zanîn ku hatin û çûna geştyaran asayî ye û got:

“Wekî ku tê gotin koçberiyeke zêde ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve nîne.

Me amarên 12 rojên sala borî û heman 12 rojên îsal dan ber hev û ti guhertina zêde nehatiye dîtin.”

Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Li gel zêdebûna aloziyan rojane hejmara kuştî û birîndaran jî zêde dibe.

Rêxistina Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, eşkere kir ku di xwenîşandanên 17 rojên dawî de heta niha herî kêm 2 hezar û 571 kes hatine kuştin û 18 hezar û 434 kes jî hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst