AMED - Konferansa 100 Saliya Tevgera Şêx Seîd hat lidarxistin

14-02-2025
RÛDAW
Nîşan PSK PWK Sehildana Şêx Seîd Xalid Begê Cibrî Teşkîlata Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi organîzekirina PWK û PSKyê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê konferansa "100 saliya Tevgera Kurdî ya Şêx Seîd" hat lidarxistin.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir û moderatoriya konferansê ji aliyê lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj ve hat kirin.

Di konferansê de Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj û nivîskar û siyasetmedarê Kurd Tahsîn Sever derbarê tevgera neteweyî ya Kurd a 1925an de axivîn.

Wan behsa rola Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî û Komîteya Serxwebûna Kurdistanê kirin û girîngiya vê serhildan û tevgerê anîn zimên.

Alîkarî Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay li ser navê PWK û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) daxuyaniya hevbeş a her du partiyan xwend.

Birêvebir û endamên PWK û PSKyê nûnerên HAK-PAR, PDK-Bakur, DDKD, Platforma Ciwanên Serbixwe, Platforma Zimanê Kurdî û gelek dezgehên sivîl û kesayetên Kurd beşdarî konferansê bûn.

Piştî axaftinan konferans bi pirsên beşdaran û bersivên axaftvanan bi dawî bû.

“Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin îdamkirin”

Di daxuyaniya hevbeş a PSK û PWKyê de wiha hat gotin:

“Şêx Seîd Efendî, Xalid Begê Cibrî û hemû şehîdên Kurdistanê bangî yekrêziyê li me dikin

Berî her tiştî, em wan alî û kesên ku dem bi dem heqaretê li rêberê neteweyî, olî û civakî yê gelê Kurd Şêx Seîd Efendî dikin şermezar dikin.

Her heqareta ku li Şêx Seîd Efendî tê kirin, di eslê xwe de li gelê Kurd tê kirin.

Şêx Seîd Efendî û hemû rêberên Kurdan ên neteweyî rûmeta gelê me ne.

Belê, li ser tevgera neteweyî ya 1925an 100 sal derbas bû. Ev tevger, wekî "Tevgera Şêx Seîd" jî tê naskirin.

Teşkîlata Azadiyê (Komîteya Serxwebûna Kurdistanê) ya di serokatiya Xalid Begê Cibrî de, biryar dabû ku bi amadekarî û xebateke siyasî, leşkerî û civakî li Bakurê Kurdistanê serhildanekê dest pê bike.

Serhildana Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an bi bûyereke derveyî îradeya rêberên tevgerê dest pê kir û berî dema plana xwe pêk hat.

Di encama têkçûna serhildanê de:

- 5900 kes hatin darizandin

- 435 biryarên îdamê hatin dayîn

- Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin

- Bi sedan gund hatin şewitandin

- Bi vê rêya destpêka siyaseta înkar û îmhayê ya dewleta Tirkiyeyê hat danîn

Şêx Seîd û 46 hevalên wî di Mehkemeya Îstîqlalê ya Şerqê de bi awayekî neadil hatin darizandin û di 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Deriyê Çiyayî ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkiyeyê ji bo têkbirina tevgerê bi Fransa, Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê re peymanên veşartî û eşkere îmzekirin û piştgiriya wan dewletan wergirt.” 

“Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî banga Ehmedê Xanî digihînin me”

Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi pêşhatên niha hat kirin û wiha hat gotin:

“Piştî 100 salan, îro neviyên Şêx Seîd Efendî, neviyên Xalid Begê Cibrî, neviyên Seyîd Riza, neviyên Pêşewa Qazî Mihemed û neviyên Mela Mistefa Barzaniyê Nemir, bi xebat, têkoşîn û xwîna pakrewanên Kurdistanê derzeke mezin li Peymana Lozanê xistine.

Li Başûrê Kurdistanê Herêma Federe ya Kurdistanê wekî fermî ji aliyê hemû dewletên cîhanê ve hatiye qebûlkirin. 

Li Rojavayê Kurdistanê rewşa defakto rêya statuyeke siyasî ji gelê me re vedike.

Îro, di sedsaliya tevgera neteweyî ya 1925an de, Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî nûnertiya hemû şehîdên Kurdistanê dikin û nameyek ji me re dişînin!

Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî îro deng û banga Ehmedê Xanî digihînin me!

Di 100emîn salvegera destpêka serîhildanê de, em Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg, Dr. Fuad û hemû rêvebir û beşdar û şehîdên serîhildanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi vê wesîleyê em careke din diyar dikin ku divê Dewleta Tirkiyeyê cihê gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Zîya Beg û 46 hevalên wan, cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî û cihê gorên Seîdê Nûrsî eşkere bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst