Qetilkirina 2 jinên Ozbek: Şahid behsa bûyerên hovane dikin

5 demjimêr berê
Omer Sonmez
Nîşan Ozbek Ozbekistan Stenbol Şîşlî
A+ A-

Stenbol - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, kuştina hovane ya du jinên Ozbek ku di nav xelkê de wekî "kuştina serjêkirî" tê naskirin, bûye sedema dilgiranî û karvedanên mezin.

Cesedên Durdona Khokimovaya 37 salî û Ergashalieva Sayyoraya 32 salî, piştî ku hatin parçekirin di nav çopê de hatin dîtin.

Her du gumanbarên Ozbek hatin girtin û ew li xwe mikur hat ku her du jin kuştine. Tîma Rûdawê serdana wê "mala tirsnak" kir û li gel cînar û şahidan axivî.

Termê pêşîn di konteynira çopê de hat dîtin

Dosyeya vê bûyera trajîk bi dîtina termekî li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê dest pê kir.

Berhevkarekî kaxezan, 24ê Kanûna Paşîn ceseda parçekirî ya welatiya Ozbekistanê Durdona Khokimovayê di konteynira çopê de dît û polîs agahdar kir.

Her du gumanbarên Ozbek ên bi navên Dîlshod Akhrol Uglî Turdîmurotovê 31 salî û Gofurjon Akmalkhonovîch Kamalkhodaevê 29 salî, roja 24ê Kanûna Paşîn dema ku dixwestin ji Balafirgeha Stenbolê birevin hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê, gumanbarek qesab bûye û yê din jî alavên nêçîrê firotine.

"Dengê pevçûn û nîqaşan dihat"

Xaniyê ku ev her du jin tê de hatine kuştin li qata jêr a avahiyeke 4 qatî ye. Birêvebirê apartmanê Mustafa Yazici ji Rûdawê re qal kir ku berî bûyerê dengên nîqaşê bihîstine û got:

"Şevekê berî ku bûyer biqewime, cînarek hat û got ji jêrê gelek deng tên, em wan hişyar bikin.

Ez daketim xwarê, wan bi Tirkî nizanibû û bi hêrs li min nêrîn.

Min ji wan re got qelebalixiyê nekin, nexwe ez dê bangî polîsan bikim.

Me di destê jinekê de valîzek dît û wê got ku ev 'kargo' ye. Em wekî niştecihên avahiyê ji ber vê bûyerê gelekî aciz û dilgiran in."

Jineke din jî li heman malê hatiye kuştin

Dosyeya ku bi kuştina jinekê dest pê kiribû, piştî lêkolînên polîsan veguherî du cinayetên hovane.

12ê Kanûna Paşîn eşkere bû ku jineke din a Ozbek bi navê Ergashalieva Sayyora jî li heman malê û ji aliyê heman kesan ve hatiye kuştin.

Cesedê wê jî parçe kirine û bi valîzan avêtine çopê.

Şahideke Ozbek a ku li wê avahiyê dijî û ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze rûyê wê were nîşandan, diyar kir ku ew piştî dîtina nûçeyan di nav şokê de maye.

Her du qurbanî li heman mala ku hatine kuştin diman. Sayyora 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Ozbekistanê hatibû Tirkiyeyê û malbata wê ji 23ê Kanûna Paşîn ve agahî jê nedisitand.

Gumanbar Turdimurotov di îfadeya xwe de diyar kir ku di navbera wî û Khokimovayê de pêwendiyek hebûye û piştî nîqaşekê wî ew kuştiye.

Ev bûyerên hovane li Ozbekistanê jî bûne sedema karvedanên mezin û Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê ragihand ku ew dosyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst