Stenbol - Li Şîşliyê 3 rojan çalakî hatin qedexekirin

09-03-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şîşlî Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîşlî ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê sê rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Qeymeqamiya navçeya Şîşlî ya Stenbolê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Qeymeqamiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji 9 heta 11ê Adara 2025an hemû çalakiyên wekî xwenîşandan, civînên girseyî û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kerine û bêyî destûr rê ji wan çalakiyan nayê dayîn.

Her wiha qeymeqamiyê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku hinek “komên marjînal” li ser medya civakî çalakî organîze kirine û dixwazin bê destûr wan çalakiyan bikin û bi vê yekê dê hewl bidin aramiya bajêr û welatiyan têk bidin, ji ber wê ew qedexe hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst