Serokê HUDA PARê: Bila şerê xwe nebin nav axa Herêma Kurdistanê

14-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu têkildarî êrîşa li ser Hewlêrê got, “Divê Îran, Amerîka û Îsraîl şerê xwe nekşînin nav axa Herêma Kurdistanê.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Amedêi derbareyê rojevê de daxûyaniyek da û tê de behsa êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê ji aliyê Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê ve jî kir.

Mûşekbarana ser Hewlêrê

Zekeriya Yapicioglu derbarê êrîşa bi mûşekan a bo ser Hewlêrê de got: “Îran di daxuyaniyên xwe de îdîa dike ku wan êrîşî binkeyeke Saziya Îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) armanc girtine, lê di çapemeniyê derket ku mala sivîlekî hatiye mûşekbarankirin û studyoyên Kurdistan24ê jî zirar dîtine. Ez daxwaza derbasîbûnê ji wan dikim.”

“Şer her tim li derveyî welatên wan rû didin”

Yapicioglu bal kişand li ser pirgirîkên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de û got: “Pirsgirêkên Îranê yên bi Amerîka û Îsraîlê re kevn in û carna şer jî derdikevin, lê wek ku bala me dikşîne ev şer û pevçûn her tim li derveyî welatên wan rû didin. Amerîka li Bexdayê generalê Îranê dike armanc, rejîma siyonîst jî li Sûriyê pasdarên Îranê dike armanc an jî Îran radibe mûşekan li ser hikûmeta merkezî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibarîne.”

“Ev ne şerê Herêma Kurdistanê ye”

Di berdewamiya axavtina xwe de Yapicioglu got: “Gelek komkujî li Kurdan hatine kirin. 16ê Adarê salvegera Komkujiya Helebceyê ye. Divê ew nakokî û şerê xwe nebine nav axa wan, ev nayê qebûlkirin. Êrîşên Amerîkayên li Bexdayê û êrîşên rejîma Siyonîst a li Sûriyeyê jî. Ev ne şerê Irak û Herêma Kurdistanê ye, divê şerên xwe nekşînine nav axa wan.

Guherînên di qanûna hilbijartinê de

Derbarê kêmkirina benda hilbijartinan de jî Yapicioglu wiha axivî: “Benda hilbijartinê ji sedî 10an, mijareke ku rêveberiya leşkerî ya 12 Îlonê xistiye jiyana me û hemû partiyên siyasî jê aciz in. Benda ji sedî 10an gelekî bilind e, lê benda ji sedî 7an jî ne nizm e. Di sîstema parlementeriyê de bi bendê îstikrara rêveberiyê û nûnertiya di dadê de hate fedakirin. Em dixwazin benda hilbijartinê ji hole rabe."

“Hevwelatî nikarin debara xwe bikin”

Serokê HUDA PARê herwiha got: “Hevwelatî di debara xwe ya rojane de li rastî pirgirêkên mezin hatine û divê gavên nû bêne avêtin ji bo ku ew bikaribin debara xwe bikin. Pêşniyareke me ew e ku divê ji pêdiviyên zerûrî bac neyê wergirtin. Digotin dê di diyarkirina mûçeya herî nizm de barê li ser piştê xwedî karan bê kêmkirin. Di destpêka 2022an de dev ji vê kiryarê hate berdan. Çi bû ew kiryar? Di dayîna prîmên sîgortayê de piştgiriya wan dihate kirin, lê êdî ew ji holê rakirin. Dema ku mirov hesabên van kiryaran dike dibîne ku ji ber wernegirtina bacê ji karkerên ku mûçeya herî nizm distînin ev bar li ser xezîneyê maye û ji ber vê jî kesên xwedî kar mexdûr bûne.

Ji bo kesên xwedî kar, karkeran ji îş dernexin divê li ser vê mijarê xebatek bê kirin û barê li ser karker û xwedî karan bê sivikkirin.”

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Mijareke din a rojeva Yapicioglu şer û pevçûnên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû û derbarê vê yekê de jî got: “Emperyalîzm bi hemû awayê xirab e. Rûsyayê di 50 salên dawî de, ji dagirkirina Hungaryayê vir ve her 8-10 salan carê êrîşî welatekî kiriye. Ji vir û pê ve jî ji bo belavbûna xwe dê berdewam be li ser vê yekê. Lê divê em ji bîr nekin ku Amerîkayê jî ev êrîş pêk anîne, gelek sivîl kuştine. Amerîkayê Ukrayna avête ber devên Rûsyayê, ji ber ku dixwest bi wan bide femkirin ku ew li dijî Rûsyayê mihtacî Amerîkayê ne. Yê ku zirar û ziyan dît Ukrayna bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst