Derbarê berpirsê ‘Hêzên Taybet’ ê PKKê de daxuyanî

14-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandibû ku gerîlayê PKKê Abdulkahar Karasaç ê bi nasnavê “Alîşêr Çiya” ku endamê “Hêzên Taybet” bû jiyana xwe ji dest daye. Ajansa Anadoluyê jî ragihand ku di êrişekê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) de Abdulkahar Karasaç canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGPê roja 11ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand ku Gulana  2022an gerîlayê wan Alîşêr Çiya di encama êrişeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya HPGê, Abdulkahar Karasaç ê xelkê navçeya Gevera Colemêrgê, di sala 2015an de tevlî refên PKKê bûye.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku di meha Îlona 2022yan de Îzzet Akhan ê bi nasnavê Reşîd Serdar û Îbrahîm Demircan ê bi nasnavê Amed Mayis jî di encama êrişeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane. 

Ji aliyê din ve, Ajansa Anadoluyê jî ragihand ku MÎT ketiye pey şopa Abdulkahar Karasaç û di êrişeke MÎTê ya li nav axa Başûrê Kurdistanê de canê xwe ji dest daye.

Sala 2017an ya li ber deriyê edliyeya Îzmirê polîsê bi navê Fethî Sekin û katibê zebtê Musa Can rastî êrişekê hatibûn û canê xwe ji dest dabûn, li gor nûçeya AAyê Abdulkahar Karasaç fermana wê êrişê dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst