Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade îdia kir ku di şerê 12 rojan ê dawî de ne tenê Amerîka û welatên Rojava, hinek welatên herêmê jî bi awayekî çalak piştgirî daye parastina asmanî ya Îsraîlê û bûne hevparê êrişan.
Nesîrzade diyar kir ku tevî vê piştgiriya berfireh wan li hedefên xwe dane û gef li Îsraîlê xwar ku eger êrişeke nû çêbibe, ew dê mûşekên gelekî bi pêşketîtir û yên ku heta niha nehatine bikaranîn, bi kar bînin.
Wezîr Ezîz Nesîrzade ji bo"Roja Pîşesaziya Parastinê" li Tehranê axivî û tohmetên giran li hinek welatan kirin.
Nesîrzade got, “Em bi temamî haydar in ku ji bilî Amerîkayê, hinek welatên Rojava û herêmê jî bi awayekî çalak beşdarî operasyonên pêşîlêgirtin û parastina asmanî ya rejîma Siyonîst bûn.”
"Mûşekên me yên nû amade ne bersivê bidin"
Wezîr Nesîrzade diyar kir ku tevî vê hevkariyê, Îranê pişta xwe daye hêza xwe û zerereke mezin daye Îsraîlê.
Nesîrzade hişyariyeke zelal da û got, "Mûşekên ku me di şerê 12 rojan de bi kar anîn, çend sal berê hatibûn çêkirin.
Îro di destê me de mûşekên nû hene ku xwedî şiyanên gelekî bilindtir in.
Eger dijminê Siyonîst hewl bide ku maceraperestiyeke nû bike, em dê teqez van mûşekan bi kar bînin."
"Me karî sîstemên parastinê derbas bikin"
Nesîrzade behsa sîstemên parastinê yên bipêşketî yên wekî THAAD, Patriot û Qubeya Hesinî kir ku ji aliyê Îsraîl û hevpeymanên wê ve tên bikaranîn û wiha li pey çû:
"Di rojên destpêkê yên şer de nêzîkî ji sedî 40ê mûşekên me dihatin astengkirin, lê ber bi dawiya şer ve ev rêje berevajî bû û ji sedî 90ê mûşekên me gihiştin hedefên xwe.
Vê yekê nîşan da ku hem tecrubeya me zêde bûye hem jî kapasîteya parastinê ya aliyê din kêm bûye."
Wezîrê Îranî destnîşan kir ku wan ji bo pêşî li aloziyê bigirin agirbest qebûl kiriye, lê ne ji Îsraîlê û ne jî ji piştevanê wê Amerîkayê bawer dikin û got, bersiva ku dê bidin êrişeke nû dê "gelek, sosret, biêş û li derveyî hesaban" be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse