Hewlêr (Rûdaw) - Di şer de, di destpêkê de çavê her kesî li ser zererên canî ye û kêmtir bal diçe ser wan Zererên aborî ku dibe ku jiyana bi hezaran kesên din nêzîkî mirinê bike.
Li gorî texmînên destpêkê, di 9 rojên şer de, zerera Îran û Îsraîlê zêdetirî 21 milyar dolar e.
Pevçûnên di navbera her du Îran û Îsraîlê bi lez ber bi rûbirûbûneke leşkerî ya berfireh a yekser ve çûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, du hefte ji bo dîplomasiyê dane, lê asoyeke zelal nîne ka gelo di van du hefteyan de şer dê berfirehtir û wêrankertir bibe, an dê dîplomasî bi ser keve û lihevkirinek çêbibe.
Zererên Îsraîlê
Tenê di nava 9 rojan de, tevahiya lêçûnên operasyonên leşkerî, zererên binesaziyê û sekinîna aboriyê bi zêdetirî 12.5 milyar dolarî tê texmînkirin.
Eger rewş bi vî rengî bidome, dibe ku zerer di nava 30 rojan de 48 milyar dolarî derbas bike ku ev yek gefeke cidî li ser îstiqrara aborî ya Îsraîlê ye.
Xerciyên Leşkerî: Rêjeyeke bilind a xerckirinê
Parastina Îsraîlê li hemberî êrişên mûşekî yên Îranê û êrişên tolhildanê, lêçûneke darayî ya pir giran li pey xwe hiştiye.
Li gorî texmînan, lêçûna leşkerî ya rojane di navbera 700 milyon û 800 milyon dolarî de ye.
Xerciyên leşkerî yên Îsraîlê van waran li xwe digire:
Sîstemên bersivdana mûşekan (Qubeya Hesinî, David's Sling, Arrow)
- Operasyonên balafirên şer û êrişên dûravêj
- Lojîstîk, sotemenî û gazîkirina zêdetirî 300,000 leşkerên yedek
- Tevahiya lêçûna leşkerî di 9 rojan de: 6.3 milyar - 7.2 milyar dolar
- Pêşbîniya ji bo 30 rojan: 21.0 milyar - 24.0 milyar dolar
Wêranbûna binesaziyê:
Êrişên mûşekî yên Îranê zerereke mezin gihandiye binesaziya bajarên mezin ên Îsraîlê.
Rehovot: Taqegehên Enstîtuya Weizmann hilweşiyane. Zerera wê (300-500 milyon dolar e).
Heyfa: (100-150 milyon dolar) zerer gihîştiye parzûngeha neftê ya Bazan û stasyonên elektrîkê.
Berşeba: Navenda Bijîşkî ya Soroka bûye armanc (50-70 milyon dolar).
Bat Yam û Ramat Gan: Zêdetirî 70 avahiyên niştecîbûnê zerer dîtine an jî wêran bûne (nêzîkî 100 milyon dolar).
Tevahiya zerera binesaziyê di 9 rojan de: 620 milyon - 990 milyon dolar.
Pêşbîniya ji bo 30 rojan: 2.07 milyar - 3.30 milyar dolar.
Sekinîna Aboriyê: Hilweşîna bazirganî, kar û geştûguzariyê
Girtina karsazî û rawestandina karan: Rojane nêzîkî 250-300 milyon dolar zerer ji ber girtina cihan, hişyariyên êrişên asmanî û pirsgirêkên xebata ji dûr ve.
Jidestdana hêza kar a yedek: Rojane nêzîkî 270 milyon dolar ji ber gazîkirina zêdetirî 300,000 karkeran ji bo xizmeta leşkerî.
Geştûguzarî û Asmanî: Betalkirina zêdetirî 80% ji geştên asmanî; rojane nêzîkî 25 milyon dolar Zerer di sektora geştûguzarî, xwaringeh û mêvanperweriyê de.
Sekinîna bender û bazirganiyê: Kêmbûna kar li benderên Haifa û Ashdod; rojane nêzîkî 35-50 milyon dolar.
Têkçûna daxwaza ji bo xerckirinê: Rojane nêzîkî 50 milyon dolar zerer ji ber kêmbûna çalakiya sektora firotin û xizmetguzariyê.
Tevahiya zerera çalakiyên aborî di 9 rojan de: 5.7 milyar - 6,25 milyar dolar û tê payîn ku ji bo 30 rojan di navbera 18,81 milyar - 20,85 milyar dolarî de be.
Tevahiya bandorên aborî
Kategorîkirin texmîna ji bo 9 rojan - pêşbîniya ji bo 30 rojan
Operasyonên leşkerî: 6,3 – 7,2 milyar dolar, 21,0 - 24,0 milyar dolar
Zerera binesaziyê: 620 - 990 milyon dolar, 2,07 - 3,30 milyar dolar
Sekinîna aboriyê: 5,7 - 6,25 milyar dolar 18,81 - 20,85 milyar dolar
Tevahiya zererê 12.56 - 14.45 milyar dolar, 41,88 - 48,15 milyar dolar
Şerê Îran û Îsraîlê li hemberî Şerê Îsraîl û Hemasê
Ji bo ku em asta Zererê baştir fêm bikin, bandora aborî ya şerê niha yê di navbera Îran û Îsraîlê de pir zêdetir e ji pevçûnên berê, bi taybetî şerê Îsraîl û Hemasê di sala 2023'an de.
Şerê Îsraîl-Xezeyê 2023 nêzîkî 28 rojan 11-12 milyar dolar, 393-429 milyon dolar/rojane
Şerê Îran-Îsraîlê 2025, 9-30 roj (pêşbînî) 12.56 milyar (9-roj) / 41,88-48,15 milyar 1,40–1.61 milyar dolar/rojane.
Cudatiyên Sereke:
Şerê Îran û Îsraîlê pevguherîna rasterast a mûşekan bi dewleteke serwer re dihewîne ku ev yek dibe sedema komkirina hêz û Zerereke pir berfirehtir.
Saziyên stratejîk ên wekî Enstîtuya Weizmann, bendera Heyfayê û binesaziya neftê bûne armanc.
Girtina asîman, dorpêçkirina benderan û gazîkirina komî ya hêza yedek, ji şerê Xezeyê zêdetir, bandoreke kûrtir li ser aboriya ‘high-tech’ a Îsraîlê kiriye.
Ji aliyê darayî ve, lêçûna rojane ya şerê Îran û Îsraîlê ji sê qatan zêdetirî şerê Îsraîl û Hemasê di sala 2023'an de ye.
Di nava 30 rojan de, dibe ku çar qatên tevahiya wan Zererên aborî be ku di şerê Xezeyê de çêbûbûn.
Bi derbasbûna tevahiya Zererê ji 12,5 milyar dolarî tenê di hefteyekê de û îhtimala gihîştina 48 milyar dolarî di mehekê de, şerê Îran û Îsraîlê yek ji girantirîn barên aborî yên serdema şer di dîroka Îsraîlê de tomar dike.
Ji bilî lêçûnên rasterast, şer bandor li ser îstiqrara darayî, baweriya veberhêneran, nêrînên ji bo metirsiya deynan û asoya mezinbûna dahatûyê kiriye.
Eger şer bi vê lezê bidome, siyasetmedarên Îsraîlê dê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin di hevsengkirina pêdiviyên leşkerî, berxwedana aborî û plansazkirina ji bo avakirina piştî şer.
Zererên Îranê
Li ser bingeha daneyên berdest, pîvanên pevçûnên borî û texmînên sektor bi sektor, tevahiya zererên aborî yên Îranê di wê demê de bi qasî 6,7 heta 9,8 milyar dolarên Amerîkî tê texmînkirin.
Pêşveçûna şer bi awayekî berbiçav çalakiyên aborî yên Îranê rawestandiye.
Zererên rasterast û nerasterast ên 9 rojên yekem ên şer bi sûdwergirtina ji daneyên belavkirî, raporên peykan, bilindbûn û nizmbûna nirxê neftê û modelên aborî ku li ser bingeha pêkhateya berhema navxweyî ya Îranê û mînakên şerên berê hatine amadekirin, hatine nirxandin.
Detayên Zererên Aborî: 6,7 heta 9,8 milyar
Zerera binesazî û pêgehên stratejîk
Êrişên asmanî yên berfireh ên Îsraîlê saziyên navokî, baregehên leşkerî, sîstemên radarê, embarên mûşekan û saziyên aborî yên sereke yên Îranê kirine armanc.
Zererên texmînkirî li ser bingeha lêçûna ji nû ve avakirina hebûnên leşkerî-pîşesazî, binesaziya girêdayî pîşesaziya navokî û Zererên tora elektrîkê di navbera du û çar milyar dolarên Amerîkî de ne.
Zererên hahata hinartina petrolê
Ji ber rawestandina nêzîkî ji sedî 20-30 di hinardekirina nefta xam de (0,5 heta 0,75 milyon bermîl di rojekê de), eger em nirxê navînî yê petrola xam a Brent bi 75 dolarî ji bo her bermîlekê bihesibînin, Zerera texmînkirî di 9 rojan de dê bibe 337.5 milyon heta 506 milyon dolarên Amerîkî.
Lêçûna operasyonên leşkerî
Li ser bingeha lêçûna standard a komkirina hêzê di dema şer de û avêtina mûşekan, lêçûna rojane ya texmînkirî 50-100 milyon dolar e û tevahiya (9 rojan) dê bibe 450 milyon heta 900 milyon dolarê Amerîkî.
Hêdîbûna aboriyê
Ji ber qutbûna elektrîkê, derengketina veguhestinê, rawestandina hêza kar û sekinandina xizmetên giştî, Zerera texmînkirî 500 milyon heta yek milyar dolarê Amerîkî ye.
Sekinîna çalakiya bazirganî
Ji sedî 60ê ji sektorên berhema navxweyî ya wî welatî ji sedî 50 zêdetir zerer dîtine, eger zererên wan ji bo 9 rojan texmîn bikin, wê demê dike 3,4 milyar dolarên Amerîkî.
Encamên Stratejîk
Şer komek encamên stratejîk bi xwe re anî ku yên herî girîng ev in:
Bêîstiqrariya bazara petrolê: Gefên li ser Tengava Hurmuzê bûn sedema bilindbûna ji sedî 7 a nirxê petrola cîhanê ku ev yek cihê navendî yê Îranê di bazirganiya enerjiya cîhanî de nîşan da.
Enflasyon û daketina Tumen: Pereyê Îranê ji destpêka salê ve zêdetirî ji sedî 50 ji nirxê xwe winda kiriye, û ev yekê enflasyon zêdetir kiriye.
Berxwedana niştimanî di bin zextê de: Armanckirina berfireh a sektorên stratejîk îşaret bi hewldanekê dike ji bo felckirina şiyana tolhildanê ya Îranê, û di heman demê de asoya vejîna demdirêj a aborî xirabtir dike.
Di kêmtirî 10 rojan de, Îran tûşî zerereke bi çendîn milyar dolarî bûye.
Dibe ku ev hejmar bilind bibin eger şer bidome, an eger şiyana hinardekirina nefta Îranê zêdetir were kêmkirin.
Bandorên li ser niştecihên Îranê bi rêya enflasyonê, rawestandina karan û nearamiyê, dibe ku bibe sedema lêçûneke civakî ya berhevkirî ku ji texmînên aborî yên destpêkê zêdetir be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse