Tuncer Bakirhan: Di civînên me de girîngiya yekîtiya Kurdan derket pêş

14-06-2025
Nîşan Tuncer Bakirhan KKP PDK-T Partiya Azadî PSK Pskov havaalanı
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku di civînên wan ên bi KKP, PDK-T, Partiya Azadî û PSKyê re girîngiya yekîtiya Kurdan derketiye pêş.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê KKP, PDK-T, Partiya Azadî û PSK ziyaret kirin.

“Em dê mil bidin têkoşîna aştî û civaka demokratîk”

Tuncer Bakirhan piştî civînan bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Di van civînan de girîngiya yekîtiya Kurdan, têkoşîna hevpar û biryardarî derket pêşiyê.

Em dê bi van civîn û hevdîtinan nexşerêya xwe zelaltir bikin û mil bidin têkoşîna aştî û civaka demokratîk.”

Parvekirina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi vî rengî ye:

“Di çarçoveya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk de, em tên ba hev û gotûbêjan dikin.

Di rêzê de em çûn serdana KKP, PDK-T, Partiya Azadî û PSKyê.

Di van civînan de girîngiya yekîtiya Kurdan, têkoşîna hevpar û biryardarî derket pêşiyê.

Her wiha me li ser geşedanên heyî yên li Rojhilata Navîn û welatê me sohbeteke kûr kir.

Em dê bi van civîn û hevdîtinan nexşerêya xwe zelaltir bikin û mil bidin têkoşîna aştî û civaka demokratîk.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst