Vahdettîn Înce: Ji damezrandina Tirkiyê ve dijayetiya Kurdî heye

14-09-2020
RÛDAW
Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce beşdarî bultena 15.00 a taybet bi Bakurê Kurdistanê bû
Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce beşdarî bultena 15.00 a taybet bi Bakurê Kurdistanê bû
Nîşan Vahdettîn Înce Partiya Paşerojê Zimanê Kurdî Wan Tirkiye AKP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê dibêje, “ji roja damezrandina Komara Tirkiyê ve dijayetiya zimanê Kurdî heye û tekez dike ku desthilata niha ya Tirkiyê li ser rêya “MHPê ya nijadperest e.”

Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce beşdarî bultena 15.00 a bi pêşkêşvaniya Hêvîdar Zana bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa binpêkirinên li hember zimanê Kurdî kir.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê taybet jî piştî danîna qeyûman li ser şaredariyan binpêkirinên li hember zimanê Kurdî zêde bûne.

Herî dawîn jî li parêzgeha Wanê tabloyên ku navên tax û gundan bi Kurdî jî li ser hatibûn nivîsandin hatin rakirin û li şûna wan tenê yên bi zimanê Tirkî hatin danîn.

Vahdettîn Înce ku ew bi xwe jî xelkê Wanê ye, li ser binpêkirinên li hember zimanê Kurdî, amaje bi wê dike ku dijayetiya zimanê Kurdî ji roja damezrandina Komara Tirkiyê ve heye û “Kurdî bi awayekî sîstematîk hatiye qedexekirin.”

Înce dibêje, tişta ecêb ew e AK Partiya ku di gelek waran de rê li ber Kurdî vekir, “careke din vegeriya ser sîstema Kemalîst. Partiyên ku car caran pêşiyê li zimanê Kurdî vedikin, di hişê wan de sîstemeke alternatîv nîne.”

Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê, balê dikişîne ser wê yekê, waliyê Wanê jî ku wek qeyûm li ser şaredariya wê parêzgehê hatiye danîn kesekî Kurd e û dibêje, yanî “sîstem dikare xwe bi destê Kurdan jî bide meşandin.”

Li ser helwesta partiyên opozisyonê jî li hember siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya derbarê zimanê Kurdî de ku rexne lê tê girtin “ne cuda ye ji ya hikûmetê”, Vahdettîn Înce dibêje, “berî ku ew kiryar û qedexe bên kirin, Kurdî krîmînalîze dikin ji ber hindê gelek kes û Kurd newêrin dengê xwe derxînin, ji ber ku dibe wek PKKyî, wek cudaxwaz bên tawanbarkirin û berdêla vê jî giran e. Lewma bêdengiya opozisyonê jî, dibê mirov nebêje ew jî vê zilmê û van kiryarên xirap qebûl dikin. Ji destê wan jî tiştek nayê. Sîstema Kemalîst rêyek din li ber mirov nahêle.”

Cîgirê Serokê Partiya Paşerojê li ser helwesta partiya xwe li hember van kiryaran jî dibêje, “Bêguman em dê berteka xwe nîşan bidin, partiya Paşerojê ji xwe bi bernama xwe daye îlankirin ku divê li vî welatî ti qedexe tune bin, zimanê Kurdî di her warî de bê bikaranîn û bibe zimanê perwerdehiyê.”

Herwiha Înce dibêje, AK Partî niha li ser rêya MHP ya nijadperest û Dogu Perînçek e û tekez dike, “Lê divê mirov hêviya xwe ti caran ji dest nede. Îro ewrek reş û tarî li ser me heye. Ev ewrekî stewr e, tiştek jê dernakeve, em têkoşîna xwe bikin û rojekê dê roj derbikeve.”

Vahdettîn Înce amaje bi wê jî dike ku mirov dikare van kiryaran bibe ber destê dadgehan lê “ev rewşa heyî hinekê hêviya mirov dişkîne” li ser bidestxistina encamake erênî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst