Hîwa Ezîz Necat, werzişvanê Kurd ku ji ber rewşa xirab a aborî ji neçariyê kolberî dikir, roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li ser sînorê Baneyê hat birîndarkirin.
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Îranê teqe li werzişvanekî Kurd kirin ku ji ber rewşa xirab a aborî kolberiyê dike û ew birîndar kirin.
Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê roja Sêşembê 13ê Îlonê danê sibehî li sînorê navçeya Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve teqe li werzişvanê Kurd Hîwa Ezîz Necat kirin.
Hatiye ragihandin, ku hêzên Îranê li devera Hengejal a Baneyê gulle berdane Hîwa Ezîz Necat ê 19 salî kirine û ew birîndar kirine.
Hîwa Ezîz Necat endamê tîma karate ya lavên Îranê ye û heta niha çendîn medalya di asta Îranê û welatên navçeyê de bidestxistine.
Kesekî nêzîk ji wî werzişvanê Kurd roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 ji Rûdawê re ragihand, rewşa tendirustiya Hîwa Ezîz Necat niha baş e. Wî herwiha got, “biryar e li Tirkiyê şampiyona karatê bê lidarxistin û Hîwa ji bo mesrefê beşdariya di şampiyonê de çûbû kolberiyê.”
Heman kesî got, ji ber teqekirina hêzên Îranê û birîndarbûna Hîwa, hêviya wan a beşdarbûna di şampiyonê de têk çûye.
Her duh kolberekî Kurd ê 31 salî yê bi navê Esger Derwêşzade li ser sînorê bajarê Kela Xwê (Xoy) ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû kuştin.
Esger Derwîşzade xelkê navçeya Kotol a qezaya Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyê ve bûye û bavê 3 zarokan bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse