Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê barhilgirekê li ciwanekî 17 salî da û ew kuşt.
Barhilgirê li navenda Bazarcixê li Ergun Bazê 17 salî da ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.
Ergun Baz bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê mir.
Xelkê herêmê piştî qezayê kom bû û wan bi sedema nebûna rêya derdorê xwenîşandan kir.
Xwenîşanderan rê li ber trafîkê girt û piştî hewldanên Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer dawî li çalakiya hat.
Rêya ku ji ber çalakiyê hatibû girtin piştî demekê careke din ji çûn û hatinê re hat vekirin.
#WÊNE - Li Mereşê barhilgirekê li ciwanekî da û ew ciwan mir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 14, 2025
🛑 Bûyerê li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê rû da
🛑 Şêniyên Bazarcixê piştî vê bûyerê li hev civiyan û wan rê girt
🛑 Şêniyên Bazarcixê diyar dikin ku li ser vê rêyê tim qeza çêdibin û dixwazin rêyeke… pic.twitter.com/MF0gAcJ9Yd
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse