Nêçîrvan Barzanî beşdarî ahenga jidayîkbûna Şahê Brîtanyayê bû

14-10-2025
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî beşdarî ahenga jidayikbûna Şahê Brîtanyayê bû / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî beşdarî ahenga jidayikbûna Şahê Brîtanyayê bû / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Şahê Brîtanyayê Nêçîrvan Barzanî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî ahenga salvegera jidayîkbûna Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem bû.

Merasîma salvegera jidayikbûna Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem ji aliyê Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlerê ve hat lidartxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser merasîmê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di merasîma ku li Hewlêrê hat lidarxistin de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, nûnerê Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê û hejmarek berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê "hêviya temenê dirêj ji bo Şah û serkeftinê ji bo Keyaniya Yekbûyî xwest".

Serokatiya Herêma Kurdistanê tacegul pêşkêşî merasîmê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst