Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Baroya Dêrsimê li dijî projeyeke madenê nerazîbûn nîşan da û daxwaz kir ku xebat bên rawestandin.
Baroyê ragihand ku ew dê li dijî kompanyaya madenê ya li Çiyayê Baxir ê navçeya Pilemûriyê gilî bikin.
Li Dêrsimê ku di hewza Firata Jorîn de ye û ji aliyê çavkaniyên binerdî ve dewlemend e, her ku diçe hejmara qadên madenan zêde dibe.
Li parêzgehê 145 proje hene û niha jî Çiyayên Mûnzûrê yên 60 kîlometre dirêj bi temamî wekî qada madenê hatine ragihandin.
Ekosîstema herêmê ji ber santralên hîdroelektrîkê (HES), bendav, kanên kevir û qûmê zirarê dibîne.
Tevî ku li herêmê ziyaretgehên Elewiyan hene jî, şirket xebatên xwe yên madenê didomînin.
Endamên Baroya Dêrsimê çûn qada madenê û daxuyandin ku projeya madena kromê neyasayî ye û ji ber ku ev herêm ji bo Elewiyan pîroz e, divê were rawestandin.
“Em dê giliyê kompanyayê bikin”
Baroya Dêrsimê da zanîn ku piştî lêkolînên li qadê û amadekirina raporekê ew dê li dijî projeya madenê gilî tomar bikin.
Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat diyar kir ku ew dê giliyê kompanyayê bikin û got:
“Îro, çar aliyê Dêrsimê di bin talan û dagirkeriyê de ye.
Ji ber vê yekê, em dibînin ku ev kompanya, wekî berdewamiya hev, li van herêman projeyên cor bi cor ên madenê didin destpêkirin.
Wekî ku bi zelalî diyar e, aliyên peywendîdar li vê herêmê xebatên pir cidî dikin.
Ev yek zerareke zêde dide jîngehê û dibe sedema tinekirina candaran.
Ji ber vê yekê, em dê karên qanûnî yên pêwîst bidin destpêkirin, raporên pêwîst amade bikin û pêşkêşî berpirsên peywendîdar bikin.”
Xelkê herêma Çiyayê Baxirê jî dibêjin, ji ber projeyên madenê xwezaya wan tê talankirin û çavkaniyên sektora ajeldariyê ji holê tên rakikrin.
“Ev çiya ziyareta me ye”
Welatiyê bi navê Îbrahîm Çiçek jî bal kişand ser pîroziya çiyê û got:
“Ev çiya ziyareta me ye. Min li ser van xebatan daxwaznameyek pêşkêş kir.
Herin bibînin ku ew madenê derdixin, wan çalên vekirine, mirov dikarin bikevinê û bimirin, ajel dikarin bikevinê û bimirin.”
Welatiyê bi navê Feyzî Aydin jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman:
“Du kanên madenê hene, yek dixebite û ya din naxebite. Şev û roj madenan derdixînin, em naxwazin çiyayên me bi vî awayî bên xerakirin.
Li qada ku lê dixebitin çalan dikolin û ji ber ku wan nagirin, ji bo mirov û ajalan metirsî çêdibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse