Rewandiz (Rûdaw) - Çiyayê Korek yê geştiyarî di zivistanê de yek ji wan navçeyan e ku zêdetirîn geştiyarên navçeyên naversat û başûrê Iraqê berê xwe didinê ji ber ku hemû xizmetguzariyan tê de peyda dikin.
Nêzîkî 100 kompaniyên geştiyarî li Iraqê, rojane zêdetirî 10 hezar geştiyaran tînin Herêma Kurdistanê û ji wê hejmarê jî 2500 geştiyar diçin bo Çiyayê Korekê.
Piraniya wan geştyarên Ereb ên ku serdana Çiyayê Korek dikin, di jiyan xwe de yekem car e ku ji nêzîk ve berfê dîbînin. Herwiha hejmareke zêde ya xelkê Kurdistanê jî di vê demsalê de berê xwe didin Çiyayê Korekê.
Geştyareke ku ji Bexdayê hatiye, amaje bi rewşa xerab a Iraqê dike û dibêje ji bo derbaskirina wextekî xweş û dîtina vê xweziyê li gel keşûhewaya vê demsalê ew hatine Çiyayê Korekê û kêfxweşiya xwe tîne ziman li hemberî geşta bo Çiyayê Korekê.
Hatina hejmareke zêde ya xelkê ji Kurdistan û derveyî Kurdistanê, bo Çiyayê Korekê, li ser kerta geştyariya zivistanê li Başurê Kurdistanê xwedî bandoreke girîng e.
Berpirsê Binkeya Geşt û Guzarî li Rewandizê, Çiya Seranî dibêje rojane zêdetirî 2 hezar 500 geştyar berê xwe didin Çiyayê Korekê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse