Nêçîrvan Barzanî: Derfet ji bo çareserkirina pisgirêkên Iraqê heye

14-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson civiya û di hevdîtinê de Barzanî got: “Derfet ji bo çareserkirina pisgirêkên Iraqê heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 14ê Kanûna 2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson û şandeke pê re kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Mark Bryson Richardson pêşxistina têkiliyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên siyasî yên dawî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa, pirsgirêk û gefên li pêşiya Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên di navbera wan de hene, serdana dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê û hevdîtin û civînên wî yên ji bo çareserkirina pisrgirêkan gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekez li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir bi welatiyên Iraqê û dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Herwiha di civînê da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hate nirxandin û di vî warî de yekhelwestî û yekrêziya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst hate zanîn bi taybetî jî yekdengiya tîma danûstandinan ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî careke din dubare kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hikûmeta nû ya Iraqê û Serokwezîrê wê Mihemed Şiya Sûdanî dike û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê bi piştevaniya hemû aliyên beşdar di hikûmetê de hêvî û derfeteke heye, herwiha, alîkarî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Iraqê re hene.

Peywendiyên Iraqê ligel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî û rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst