Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Mizgîn Goyiyê di êrişeke bi dronan de canê xwe ji dest daye.
Medyaya Tirkiyeyê îdia kir ku Sebahat Ormanliyê (Mizgîn Goyî) li Başûrê Kurdistanê di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî heman îdiayê, Mizgîn Goyî sala 2012an tevî refên PKKyê bûye û navê wê di "kategoriya kesk" de ye.
Medyaya Tirkiyeyê, di nûçeya xwe de negot ku Mizgîn Goyiyê kengî û li kîjan bajarê Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li aliyê din, heta niha PKKyê li ser vê angaştê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse