Di televîzyoneke Tirkiyê de ji ber RTUKê navê 'Kurdistan'ê kirin bajarên Kurdan

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Halk TV Bajarên Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kanaleke televizyonê ya Tirkiyê de bêjera bernameyê got “sererastkirinên Saziya Bilind ya Radyo û Televîzyonan a Tirkiyê RTUKê” hene li cihê “Kurdistanê” bêjin “Bajarên Kurdan.”

Di bernameyeke kanala Halk TV ya ku rojnamevana navdar Şirîn Payzin pêşkêş dike, yek ji beşdarên bernameyê di nav axaftina xwe de gotina "Kurdistan" bikar anî, lê Payzin destwerdan kir û got “Sererastkirinên RTUKê” hene li cihê “Kurdistan” bêjin “Bajarên Kurdan”

Di bernameya bi navê "Meydana Gel" ya ku roja 13ê vê mehê hat weşandin nivîskar û lêkolînerê civakî Bekir Agirdir mêhvan bû.

Di bernameyê de, pêşhatên li pêşiya Tirkiyê, daxwazên ciwanan, rewşa opozisyonê, pêşeroja deshilatê û mijara hilbijartinê hatin gotubêjkirin. Gelek pirs ji aliyê beşdaran ve ji Bekir Agirdir hatin pirsîn û wî jî bersiv dan.

Di bernameyê de ciwanekê ku xwe wek Seda da naskirin, got: “Heyecana ku maseya şeş partiyan nikare ava bike ji ber ew jî wek yên beriya xwe li Forma Netew-Dewlet û Dewlet -Welatî dinêrin, cudabûneke wan tune ye.”

Herwiha got, “Komara Demokratîk a ku HDP qala wê dike heyecanê dide mirov û pişta xwe dide bihêzkirina rêveberiyên herêmî. Bêguman aliyê vê yê teorîk û cîbicîkirinê jî heye. Li bajarên Kurdan, li erdnîgariya Kurdistanê ev bi destê şaredariyan dikare were cîbicîkirin. Lê piştre bi awayek neqanûnî li cihên wan qeyûm hatin danîn.”

Şirin Payzin berî mafê axaftinê bide Agirdir got, “sererastkirineke RTUKê heye divê ez bikim.”

Payzin got: “Li vir em rêzê ji hemû nêrînan re digrin, lê ji ber RTUKê, divê ez bînim ziman ew tişta we gotî ne nêrîna Halk TV ye nêrîna we ye, ew jî gotina Kurdistanê ye. Her çendî Serokkomar Erdogan heman gotinê bi kar tîne jî mixabin ji ber RTUKê em vê wek `bajarên Kurdan` sererast dikin lê nêrîna we ya we ye, ez rêzê digrim. Ez ji ber RTUKê neçarim hinek xalan bi vî awayî bibêjim.”

Ev beşa bernameyê di medyaya civakî de bû sedema gotubêjan.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst