Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bedlîs Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê û hinek navçeyên Meletî û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û sermayê dibistan hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê bandora hewaya sar û berfê didome û jiyana rojane ya xelkê gelekî zehmet bûye.

Îro li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û hinek navçeyên wan ji ber berf, serma û qeşayê perwerde hat rawestandin.

Li Dêrsimê betlaneya giştî

Li parêzgeha Dêrsimê ji ber berf û qeşayê ji bilî Zanîngeha Munzurê hemû dibistan û navendên perwerdeyê rojekê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, li parêzgehê karmendên fermî yên ducanî, astengdar û jinên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê îdarî bi destûr bên hesibandin û neçin ser kar.

Rewşa Bedlîs û Meletiyê

Li parêzgeha Bedlîsê jî berfê bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Li navçeyên Norşîn, Adilcewaz, Hîzan û Motkanê yên Bedlîsê ji ber berfê hemû dibistan rojekê hatin girtin.

Li gund û navenda Bedlîsê û navçeyên Xelat û Tetwanê jî perwerdeya li dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr bi veguhastinê diçin û tên hat rawestandin.

Li navçeyên Şîro û Erebgîrê yên Meletiyê jî biryara betlaneyê hat dayîn.

Li van navçeyan dibistanên ku xwendekarên wan ji cihên dûr bi wesayîtan diçin û tên ji ber berfê rojekê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst