Îlham Ehmed: Hikûmeta Şamê deriyê gotûbêjan girtiye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Îlham Ehmedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz a Şamê hev bi zêdekirina aloziyên li herêma Dêr Hafirê tohmetbar dikin.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan bi rêya kanalên navneteweyî destpêşxeriyek ji bo rêlibergirtina şer pêşkêş kiriye lê hikûmeta Sûriyeyê bersiv nedaye.

Îlham Ehmedê got, "Piştî êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê, ti pêwendî di navbera me û hikûmetê de çênebûne."

Ehmedê diyar kir ku desthilatdarên Şamê "derî li pêşiya hemû destpêşxeriyên çareseriyê girtine" û “daxuyaniyên hinek berpirsên Tirk jî nîşana tevlîbûna wan a di êrişan de ye.”

Rayedara Rêveberiya Xweser daxuyaniyên erênî yên endamên Kongreyê û berpirsên Amerîkayê wekî "baş" bi nav kirin lê got ku tenê gotin têrê nakin.

Ehmedê tekezî li ser pêwîstiya hebûna garantiyan kir ku ji bo parastina xelkê herêmê, jiyan û mafên wan di bin çavdêriya navneteweyî de be.

Êrişên bi dronên xwekuj

Ev daxuyanî di demekê de ne ku HSDyê ragihand ku êrişên nû li çoltera rojhilatê Helebê hatine kirin.

HSDyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê dronên xwekuj bi kar anîne û gundê Hacî Hisênê yê nêzîkî Bendava Tişrînê, Girê Syriatelê û gundê Qişleyê bombebaran kirine.

Li aliyê din Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb di daxuyaniyekê de HSD bi "kiryarên tawanan" ên li dijî xelkê sivîl tohmetbar kir.

Ezam Xerîb HSDyê bi tirsandina niştecihan, bikaranîna tundiyê û rêgirtina li bikaranîna korîdora ewle ya ji bo derketina ji Dêr Hafirê tohmetbar kir û anî ziman:

"Çekdarên HSDyê gule ber bi asman û derdora xelkê sivîl de berdane, di hewldaneke eşkere de ji bo rêgirtina li derketina wan."

Parêzgar ev kar wekî "binpêkirina eşkere ya hemû yasa û peymanên navneteweyî" bi nav kir, bi taybetî yên girêdayî parastina sivîlan û misogerkirina azadiya çûn û hatinê.

Parêzgar HSDyê wekî berpirsyara "hemû binpêkirinan" nîşan da û bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bilez ji bo rawestandina wan kiryaran bixebitin.

Ev tohmetbarî nîşana berdewamiya aloziyan e piştî şer û pevçûnên destpêka vê mehê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê.

Tundiya ku bû sedema koçberbûna zêdetirî 150 hezar kesan û kuştina bi dehan kesan, encama têkçûna Peymana Adara 2025an a ji bo tevlîkirina HSDyê ya di nav artêşa navendî ya Sûriyeyê de bû.

Di çarçoveya hewldanên navbeynkariyê yên Amerîkayê de, şervanên dawî yên HSDyê 11ê Kanûna Paşîn ji Helebê bi otobusan ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve hatin veguhastin.

Her çi qasî agirbest hatibe ragihandin jî li nêzîkî Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û Minbicê şer berdewam dike.

Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji HSDyê xwestiye ku ji Dêr Hafir û deverên derdora wê yên ku dikevin berava rojavayê Çemê Feratê vekişe, bi hinceta ku ji wir bajarê Helebê topbaran kirine.

HSD van tohmetan red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst