Ji PDK-Bakur û PAKê peyama serxweşiya Dr. Roj Nûrî Şaweys

15-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) her yekê cuda ji ber koça dawî ya Roj Nûrî Şaweys, siyasetvanê Kurd û endamê Polîtboruya PDKê peyam belav kirin û tê de sersaxî ji ji malbata wî, ji Serok Mesûd Barzanî û ji hemû rêveber û endamên PDKê re xwestin.

Siyasetvanê navdar ê Kurdistanê û endamê Polîtboruya PDKê, Roj Nûrî Şaweys îro 15ê Sibata 2021an di temenê xwe yê 74 salî de bi sedema nexweşiyê li Hewlêrê koça dawî kir.

Di peyama xwe de PDK-Bakur dibêje: “Miletê Kurd îro pêşmerge û fermandarekî xwe yê qehreman Dr. Roj Nûrî Şaweys wenda kir. Bi koça dawiyê ya Dr. Roj Nûrî Şaweys, Miletê Kurdistanê; him fermandar him siyasetmedarekî mezin ji dest da. Em bi vefata dilsozê Kurd û Kurdistanê a Dr. Roj Nûrî Şaweys gelek xemgîn in.Malbatê re, ji Milete Kurd re û taybetî ji cenabê Serok Mesûd Barzanî re sebr û sersaxî dixwazin.Xwedayê dilovan bi rehma xwe şad bike, cîhê wî bihuşt be.

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelik jî diyar dike ew bi koça dawîya doktor Roj Nûrî Şaweys gelekî xemgîn bûye û got: “Em bi xemgînî agahdar bûne ku endamê Polîtburoya (PDK doktor Roj Nûrî Şaweys, ji ber nexweşîyeke xwe  koça dawîyê kirîye. Doktor  Roj Nûrî Şaweys bi dehan salan wek pêşmerge, wek kadroyekî siyasî, wek rêveber, kedkarekî pêşeng ê doza azadîya Kurdistanê bû. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbata xwedê jê razî re, ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û ji hemû rêveber û endamên PDKyê re dixwazim. Serê gelê Kurdistanê sax be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst