Hewlêr (Rûdaw) - Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ragihand ku doh bi şev li asmanê Soranê dron hatine dîtin û yek ji wan ji aliyê balafirên şer ên Koalîsyonê ve hatiye histin.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Helgurd Şêx Necîb got, "Di navbera demjimêr 10:30 û 11:00ên şevê de, dron li asmanê Soranê hatin dîtin."
Helgurd Şêx Necîb li ser cihê rûdana bûyerê jî agahî dan û diyar kir:
"Ew dron li nêzîkî navçeya Berzêweyê ji aliyê balafirên şer ên Kolaîsyonê ve hat têkşikandin."
Bîlançoya êrişan
Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve bi 732 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di encama van êrişan de 21 kesan canê xwe ji dest daye û 99 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse