Ajeldarên gundê Çelka Krîstiyanan şevên xwe li çolê derbas dikin

15-05-2021
Nayif Remezan
Nayif Remezan
Çar malbatên gundê Çelka ku li herêma Berwarî Bala ye, 500 serî mîh û bizin hene
Çar malbatên gundê Çelka ku li herêma Berwarî Bala ye, 500 serî mîh û bizin hene
Nîşan Çelka Krîstiyanan Duhok Berwariya Bala Operasyon Bombebaran Tirkiye
A+ A-

Berwarî Bala (Rûdaw)- Zêdetirî hefteyekê ye xelkê gundê Çelkêya Krîstiyanan ji ber operasyon, êriş û bombebaranên Tirkiyê koçber bûne û nizanin ka dê pez û bizinên xwe li ku derê biçerînin û xwedî bikin. Şer û bombebaranan karîgeriyeke gelek xerab li ser xelkê heremê kiriye.

Çar malbatên gundê Çelka Krîstiyan ku li herêma Berwarî Bala ye, 500 serî mîh û bizin hene û debara jiyana wan li ser xwedîkirina wan ajelan e. Lê ew malbat, li gel pezê xwe ji ber bomberan û operasyonên Tirkiyê û şerê li gel gerîlayên PKKê ketine rewşeke zehmet.

Ajeldar Yûsif Zeyye ku xwedî 100 serî pez e,  dibêje, “Ne şîr maye ne jî hirî. Berê me penîr difirot û hemû corên spiyatî me jê difirot û têrî me, xelkê û hemû mesrefa me hebû, lê îsal tiştek nîne.”

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora gundê wan ketiye û piraniya zeviyên ku pez lê biçerin jî şewitîne û ji ber vê yekê pezê wan bê çer maye.

Ajeldar Îwêl Metî jî dibêje, “Me spêdê didot, lê niha em nikarin û hemû di nav hev dene û em bi şevê didoşin û ne ronahiyek heye û ne tiştek. Şîr gelek kêm bûye û niha tenê ew ên ku kar û berxên wan mirine, em didoşin.”

Xwediyên pez bi şev li çolê dimînin, her roj du malên gund ku awareyê Bêrsivê bûne, li Zaxo xwarinê bo çê dikin û bi rê dikin. Ew şevên sar di bin metirsiya bombebaranê de derbas dikin. Ew naxwazin dest ji pezê xwe berdin, lê eger rewş bi vî awayî berdewam be, neçar in vê yekê bikin.

Muxtarê gundê Çelka Îwxena Xoşeba dibêje, “Em bi şev li ber vê sire dimînin, ne çadirek heye û ne tiştek. Pêdiviya me gelek bi avê heye û eger hikûmet an rêxistinek alîkariya bike em dê kêfxweş bin.”

Çarenivîsa pezê wan di navbera vegera bi gund û firotina bi erzanî maye. Bi vê rewşa niha xwediyên pez, şiyanên dabînkirina alif nîne, ji ber şewata pûş, bicihhiştina gund û kêmbaraniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst