Moskow (Rûdaw) – Li Zanîngeha Darayî ya li Moskowa paytexta Rûsyayê xwendekara Kurd Pekîn Star Xalid ji xwendekarên zanîngehê re komxebateke li ser Kurd û Kurdistanê li dar dixe.
Pekîn Star Xalidê got:
“Di 5 rojan de komxebatek tê lidarxistin. Ez jî yek ji wan bûm ku min navê zimanê Kurdî di lîsteya 10 zimanên biyanî de da nivîsandin.
Di derseke 2 demjimêrî de min karî ji nûnerên zêdetirî 20 welatan re peyamê bigihînim ku em jî hene, zimanê me jî heye, çanda me jî heye û em li hemû cîhanê tên naskirin.
Me xelateke bilind a Rûsyayê wergirtiye.
Pêwendiyên serkirdeyên me li gel Rûsyayê pir baş in, hem di warê siyasî de hem jî di warê çandî de.”
Di çarçoveya çalakiya "Hefteya Ziman" de ku ji aliyê zanîngehê ve hatiye organîzekirin, xwendekarên ji welatên Ewropî, Asyayî, Afrîkî û Amerîkaya Latîn li ser welatên xwe masterclassan pêşkêş dikin.
Mamosteya zimanê Rûsî ya zanîngehê Yelena Vasilyevnayê diyar kir ku ew di jiyana xwe de cara yekem e peyvên Kurdî bi lêv dike û anî ziman:
“Ji her aliyên cîhanê ciwan tên cem me.
Li cem me ciwanên ji Kurdistanê jî hene; ji Başûr û Bakurê Kurdistanê.
Îro em bi xwendekaran re ne zimanê Rûsî, zimanê Kurdî hîn dibin.
Ji bo min û ji bo piraniya xwendekaran tecrubeyeke nû bû.
Lewra berê min qet peyveke jî bi zimanê Kurdî neanîbû ziman.”
Mamosteya Perwerdeya Giştî Alina Lipkovaya ku ji pêşkêşiya Pekînê pir memnûn e da zanîn:
“Ji bo min gelekî balkêş bû ku Pekîn çawa bi kêf, bi germî û ji dil behsa welatê xwe dike.
Bi ya min, îro ez, hevpîşeyên min û hemû xwendekar hînî gelek tiştên nû û balkêş bûn.”
Bê guman, bala xwendekaran herî zêde masterclassa li ser zimanê Kurdî dikişîne.
Xwendekara ji Kongoyê Meganayê got:
“Ez îro fêrî Kurdî dibim û min gelekî kêf jê girt.
Ji hêla çandî ve pir dewlemend bû, her tişt baş derbas bû û pir balkêş bû.”
“Ez pir bextewer im”
Lê ya herî kêfxweş û bextewer xwendekara ji Bakurê Kurdistanê Berçem Zumrut bû û wê jî anî ziman:
“Îro cara yekem e ku ez hînî Kurdî dibim, tevî ku ez bi xwe Kurd im jî.
Ez li Stenbolê ji dayîk bûme lê bavê min ji Amedê ye.
Ji ber hînbûna Kurdî ez pir bextewer im lewra ev çanda min e.
Ez dê malbata xwe bi pêş ve bibim.”
Xwendekarê ji Kamboçyayê Rîm Pîon cara yekem e ku agahiyan li ser zimanê Kurdî werdigire got:
“Berê qet haya min ji zimanê Kurdî nebû.
Îro cara yekem e ku ez hînî zimanê Kurdî dibim. Balkêş e, pir balkêş e.”
Xwendekarê ji Çînê gelekî kêfxweş e ku navê xwe bi Kurdî nivîsiye:
“Navê min Pin Ziao ye, ez ji Çînê me.
Îro cara yekem e ku min navê xwe bi zimanê Kurdî nivîsî."
Pekîn Stara ku li Hewlêrê ji dayîk bûye bi eslê xwe ji Kerkûkê ye, nêzîkî 2 salan e ku li Zanîngeha Darayî di beşa Bazirganiya Navneteweyî de masterê dixwîne.
Pekînê diyar kir ku nasandina welatê xwe jê re şanaziyeke mezin e û got:
“Min karî ku îro hem peyama Kurdbûna xwe bigihînim û hem jî zimanê xwe bidim naskirin.
Xweşhaliyeke gelekî mezin bû ji bo min.
Ji bo xwendekaran jî gelekî bi coş bû.”
Xwendekarên ji zêdetirî 20 welatên cîhanê niha di beşa amadehiyê ya zanîngehê de dixwînin lê piştî wê her yek ji wan dê pîşe û pisporiyekê hilbijêrin.
Dûr nîne ku hinek ji wan ji bo berdewamiya xwendina xwe ya bilind di warê Kurdnasiyê de hilbijêrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse