Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Meteorolojiyê parêzgehên Amed, Riha, Êlih û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya bager û baranê da.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Meteorolojiyê, ji danê nîvro pê ve heta êvarê saet 20.00î li bajarên navborî car caran bagera gur û bahoz tê payîn.
Her wiha li gel Amed, Riha, Êlih û Sêrtê li navçeyên Qileban û Elkê jî barana gur, tavî û teyrok tê texmînkirin.
Ji bo çûyîn û hatin, firîna baniyan, ketina dar û dîregan, rabûna lehiyê û birûskê welatî hatin hişyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse