Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê minîbusek qulibî û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza li kîlometreya 15emîn a rêya Semsûr-Kolikê çêbû.
Minîbusa ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin, ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirand û AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 4 kesên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn û û asê man.
Tîman birîndar ji cihê ku tê de asê mabûn derxistin û bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse