DEM Partiyê bersiv da Wezîrê Perwerdeyê: 'Dersên bijarte hîle ne'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Heval Dilbihar û Dildar Herkî /Wêne: Rûdaw
Heval Dilbihar û Dildar Herkî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Heval Dilbihar Kurdî Tirkiye Yusuf Tekîn Mamosteyên Kurdî Dersên Bijarte DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar ragihand ku daxuyaniyên Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn ên derbarê dersên bijarte û tayînkirina mamosteyan ne rast in û got, “Dersên bijarde hîleyek e.”

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û pirsên Dildar Herkî yên li ser rewşa zimanê Kurdî û polîtîkayên perwerdeyê bersivandin.

Dilbihar Cejna Yeldayê li hemû Kurdan pîroz kir û bal kişand ser astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî.

"Dersên bijarde hîle ne"

Heval Dilbihar li ser mijara dersên bijarde û helwesta Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da.

Dilbihar diyar kir ku li dibistanên navîn hefteyê tenê du saetan dersên Kurdî hene û ev jî ne ji bo hemû polan e û got:

"Dema serlêdan tên kirin, bi rastî gelek astengî di pratîkê de derdikevin pêşiya zarokên Kurdan.

Birêvebiriyên dibistanan ji bo ku zarok serî li dersa Kurdî nedin dikevin nav hewldanên cuda û hîleyan dikin."

"Rê li ber Kurdî digirin"

Dilbihar daxuyaniyên Wezîrê Perwerdeyê yên derbarê tayînkirina mamosteyan de jî "derewand" û wiha axivî:

"Wezîrê Perwerdeyê got ku ew mamosteyan tayîn dikin, ev ne rast e.

Bi hezaran mamosteyên Kurdî hene ku li benda tayînkirinê ne lê nayên tayînkirin.

Ew dibêjin ku 'di dibistanên navîn de zimanê Kurdî serbest e' lê bi rastî ev derew e û bi vê rêbazê pêşiya zimanê Kurdî digirin."

Çar daxwazên sereke yên DEM Partiyê

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê eşkere kir ku wan daxwazên xwe yên zelal pêşkêşî Komîsyona Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê kirine.

Heval Dilbihar ew daxwaz wiha rêz kirin:

“Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û di Destûra Bingehîn de were parastin û qebûlkirin.

Zimanê Kurdî divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.

Divê navên cografî yên ku Kurdî bûn û paşê hatine Tirkîkirin, li wan bên vegerandin.

Divê hemû astengiyên yasayî û pratîkî yên li ber zimanê Kurdî ji holê werin rakirin.”

"Dewlet Kurdî dorpêç dike"

Li ser pirsa "Çima DEM Partî carinan daxuyaniyên xwe bi Tirkî dide?", Dilbihar qebûl kir ku kêmasiyên wan hene lê bal kişand ser zextên dewletê jî.

Dilbihar got, "Rast e, kêmasiyên me hene û divê em têkoşîna zimanê Kurdî bilindtir bikin lê belê DEM Partî di nava mekanîzmaya dewleteke 'hov' de ye.

Dewlet zimanê Kurdî dorpêç dike û sînordar dike. Hîn doh konsereke Kurdî hat qedexekirin.

Ew dewleta ku qaşo samîmî ye, çima li gundên Kurdan dibistanên Kurdî venake?"

Banga yekîtiyê

Heval Dilbihar di dawiya axaftina xwe de bangî hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan kir û got:

"Zimanê Kurdî xeta me ya sor e û mijareke stratejîk e.

Bila fikr û ramanên we çi bin bila bibin, werin em li dora zimanê Kurdî û nirxên neteweyî yekîtiyekê ava bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst