Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê polîsê serbazî yê Rûsyayê gera xwe ya bi hêzên Tirkiyê re betal kir ku dê îro Duşemê bihata kirin.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li Kobanî polîsê serbazî yê Rûsya gera xwe bi hêzên Tirkiyê re betal kir ku divabû îro Duşemê bihata kirin û hêzên Rûsyayê bi 2 helîkopteran li rojavayê Kobanî gera xwe kirin.
Duşema borî jî, polîsê serbazî yê Rûsya gera xwe ya hevbeş a bi hêzên Tirkiyê re li rojhilatê Kobaniyê betal kiribû.
Heta niha hêzên Rûsyayê û Tirkiyê li Kobaniyê 108 gerên hevbeş kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse