RIHA - Du hevjîn li mala xwe kuştî hatin dîtin

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Sînan Ejder Kadriye Ejder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê, Sînan Ejderê 30 salî û Kadriye Ejdera 27 salî li mala xwe kuştî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, mirovên wan piştî ku demeke dirêj agahî ji hevjînan wernegirt, polîs ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê çûn Taxa Yavuz Selîmê.

Tîm bi alîkariya tîma îtfaiyê ketin hundir û wan tesbît kir ku Sînan Ejder û hevjîna wî KadriyêEjder bi çekan hatine kuştin.

Termên her du hevjînan piştî lêkolîna li cihê bûyerê, tîman ji bo otopsiyê veguhast Morga Saziya Tiba Dadê ya Rihayê.

Lêpirsîna ku derbarê bûyerê hatiye destpêkirin didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst