Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di encama lihevketina minîbusek û otomobîlekê de 12 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku M.T. diajot û otomobîla ku P.Y. diajot li ser rêya Deriyê Gumrikê yê Çobanbeyê li hev qelibîn.
Ji ber qezayê, minîbus li zeviyekê li kêleka rê wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de li gel her du ajokaran M. A., M.H.E., E.S., H.T., P.S., G.A., A.D., M.B., D.A., û O.T. jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse