Li Kilîsê qezaya trafîkê: 6 kes birîndar bûn

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Kilîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Bûyer li kîlometreya 39emîn a rêya Kilîs-Hatayê qewimî.

Otomobîla ku A.O. diajot û otomobîla ku M.V.B. diajot li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê, AFAD û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de her du şofêr û 4 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hassayê û Nexweşxaneya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca ya Kilîsê.

Hat zanîn ku rewşa 5 birîndaran giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst