Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji şandeyeke ENKSyê re got, “Yekrêz bin û bi pêkhateyan re li hev bikin.”
Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêşwazî kir.
Şande ji sekreterên partiyên siyasî yên di nava ENKSyê de pêk dihat.
Rewşa Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî di civînê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî ya herêmê û rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe parve kirine.
Banga Serok Barzanî: Yekrêzî û Aştiya Civakî
Serok Barzanî di civînê de bal kişandiye ser rewşa Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî her wiha ji aliyên Kurdan xwest ku ji bo xurtkirina aştiya civakî û lihevkirinê bi Ereb û pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse