Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di 24 saetên borî de di qezayên trafîkê de 4 kes mirin û herî kêm 18 kes jî birîndar bûn.
Yek ji qezayan şeva borî li ser rêya Miyandiwaw-Mehabadê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimî.
Birêvebirê Giştî yê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku barhilgirek û otomobîleke li hev qelibîne.
Hemîd Mehbûbî da zanîn ku di qezayê de kesek di cih de miriye û kesekî din jî birîndar bûye.
Her wiha doh êvarî, li ser rêya Selmas-Urmiyeyê otomobîleke taybet qulibî.
Hemîd Mehbûbî diyar kir ku di wê qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Mehbûbî behsa qulibîna otomobîleke din a taybet a li ser rêya Şino-Urmiyeyê jî kir ku tê de 3 kes bi giranî birîndar bûne.
Mehbûbî amaje bi wê yekê kir ku hemû birîndarên her du qezayan piştî dermankirina destpêkê birine nexweşxaneyê.
Li nêzîkî bajarê Selmasê, du otomobîlên taybet li hev qelibîn û li gorî gotina Birêvebirê Hawarçûnê yê Urmiyeyê Ferzîn Rezazade 7 kes birîndar bûne.
Her wiha li nêzîkî bajarê Urmiyeyê di qezayeke din de 3 kes mirin.
Ferzîn Rezazade da zanîn ku yek ji rêwiyên otomobîlê jî birîndar bûye û di bin çavdêriya hûr de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse