Çîroka serkeftinê ya Cangula endazyar: Dev ji karê xwe berda û bû şivan

15-11-2025
RÛDAW
Cangul Şenoglu / Wêne: AA
Cangul Şenoglu / Wêne: AA
Nîşan Meletî Endazyar Şivantî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cangul Şenogluya 33 salî ya ku ji navçeya Hesen Bedrikê (Yazihan) ya Meletiya Bakurê Kurdistanê ye, bi 2 beran û 37 mihan dest bi ajeldariyê kir.

Cangul Şenogluyê di nav 3 salan de hejmara pezê xwe gihand 250 serî û niha li gel bavê xwe şivantiya kerî dike.

Ajeldar Cangul Şenogluyê anî ziman:

“Niha keriyê pezê min nêzîkî 250 serî ye.

Ez her sal keriyê xwe mezintir dikim.

Em havînan wan didoşin û penîrê wan difiroşin.

Carinan bavê min û carinan jî ez kerî diçêrînim.”

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de hem axur û hem jî mala wan bi temamî hilweşiyan.

Lê vê yekê Cangul ji karê wê dûr nexist û ji wê demê ve di konan de ajelên xwe xwedî dike.

Cangul Şenogluyê her wiha da zanîn:

“Ajelên me hîn jî di wan konên ku Birêvebiriya Çandinî û Daristanan dane me de dimînin.

Em bi xwe jî di konteynerê de dimînin.

Eger axurek bê çêkirin û cihekî ku em karibin lê bimînin hebe, helbet em dê karibin ajelên xwe baştir xwedî bikin.”

Cangul Şenogluya ku bi xwe endezyara xwirekê ye dibêje ku dahateke baş a vî karî heye û pêşniyar li hemû jinên navçeyê dike ku ew jî dest bi xwedîkirina pez bikin.

Armanca wê ew e ku çewlîkeke modern ava bike û di nav 5 salan de hejmara keriyê xwe bigihîne hezar serî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst