Hewlêr (Rûdaw) - Rûbarê Mergehê yê li navçeya Qilebanê ya Şirnexê ku sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de diyar dikir, îsal ji ber hişkesaliyê bi temamî ziwa bû.
Ziwabûna rûbar gundê Êkmalê bê av hiştiye.
"Sînorê avê nema"
Rûbarê Mergehê li hemberî hişkesaliya dijwar a havîna borî li ber xwe neda.
Muxtarê Gundê Mergehê diyar dike ku ew di 60 saliya xwe de cara yekem e tiştekî wiha dibîne.
Muxtarê Gundê Mergehê Hecî Evdî Şerîfoglu got,"Ev Rûbarê Mergehê ye, dikeve navbera Mergeh û Îraqê.
Carna ava wê ew qasî zêde dibû ti kesî nedikarî derbas bibe. Niha ziwa bûye û êdî sînor di navbera me de nemaye.
Temenê min nêzîkî 60 salî ye her sal ava rûbar diherikî lê îsal ji destpêka hezîranê ve hişk bûye.”
Gundiyan ji 14 kîlometreyan borî kişand
Rûbar çavkaniyeke sereke ya ava vexwarin û çandiniyê ya gundên Mergeh û Êkmalê bû.
Piştî ziwabûnê xelkê gundê Êkmalê neçar maye ku ji bo ava vexwarinê çareseriyekê bibîne.
Wan ji dûrahiya 14 kîlometreyan, ji zozanên gundê Hedrîşê (Tenîna Sindiyan), boriyeke avê ji bo hewzê gundê xwe kişand.
Rihspiyê Gundê Êkmalê Şêxmûs Sak ku pêşengiya vî karî dike wiha got
“Ev çend sal bûn av û deravên me zêde bûn lê îsal piştî ku rûbarê me yê Mergehê ziwa bû û ti av di destê me de nema.
Em neçar man û me serî li parêzgar û qaymeqamê Qilebanê da.
Me ji wan daxwaza boriyê kir û wan jî borî da. Me ew borî 14 kîlometreyan bir heta zozanê Hedrîşê û ji wir av anî gundê Êkmalê.
Me av berda depoya xwe û spas ji bo Xwedê niha av heye. Depoya me 100 ton e û bi hatina vê avê niha tijî dibe û bi ser de diçe.”
Xelkê gund bi hevkariyeke mezin û bi derfetên xwe nêzîkî du mehan li ser vî karî xebitîn.
Xelkê Gundê Êkmalê Hekîm Sagat jî got,“Îsal zêde berf û baran nehat. Ji ber hişkesaliyê me bi derfetên xwe û bi alîkariya parêzgar û qaymeqam av ji dûriya 14 kîlometreyan anî.
Nêzîkî du meh in em wekî gundî her roj li ser kar in û ava xwe çêdikin."
Bandora li ser Çemê Xabûrê
Rûbarê Mergehê bi dirêjahiya nêzîkî 10 kîlometreyan diherikî û tevlî Çemê Xabûrê dibû.
Ziwabûna rûbar bandoreke nerênî li ser wî çemî jî kiriye ku yek ji çavkaniyên girîng ên ava Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî Rapora Avê ya Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê ku di Çiriya Paşîn de hatibû belavkirin, îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 52 salên dawî de sala herî hişk û kêmbaran bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse