Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji bo gotûbêjkirina peymana ewlehiyê ya têkildarî Sûriyeyê civiyan.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Benjamin Netanyahu û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack îro li ofîsa serokwezîr a li Qudsê civiyane.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar, Wekîlê Serokê Encûmena Ewlehiya Neteweyî Gil Reich, Sekreterê Leşkerî Roman Gofman, Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee û Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter jî amade bûn.
Mijara sereke: Xetên sor ên Îsraîlê
Çavkaniyekî ji rojnameya The Jerusalem Postê re ragihand ku armanca sereke ya civînê rewşa Sûriyeyê bûye.
Li gorî wê çavkaniyê, her du aliyan hewl daye "xetên sor ên Îsraîlê" yên li Sûriyeyê diyar bikin û rêyên garantîkirina wan bibînin da ku ew xet neyên binpêkirin.
Pêwendiyên Amerîka û Sûriyeyê xurt dibin: Yasaya Qeyser hat betalkirin
Ev civîn di demekê de pêk tê ku pêwendiyên di navbera Amerîka û birêvebiriya nû ya Sûriyeyê de ber bi xurtbûnê ve diçin.
Hefteya borî roja çarşemê, Meclisa Nûneran a Amerîkayê yasaya "Destûra Parastina Neteweyî" ya bi bihayê 900 milyar dolarî pesend kir.
Di nava vê yasayê de betalkirina "Yasaya Qeyser" (Caesar Act) jî cih digire.
Yasaya Qeyser sala 2019an ji aliyê Amerîkayê ve wekî pakêteke giran a xezayan li dijî desthilata Beşar Esed hatibû sepandin.
Peymana ewlehiyê ya Îsraîl û Sûriyeyê
Her wiha tê çaverêkirin ku Îsraîl û Sûriye heta dawiya vê salê li ser çend mijarên ewlehiyê û leşkerî li hev bikin.
Tom Barrack hefteya borî di konferanseke li Washingtonê de axivîbû û diyar kiribû ku di danûstandinên li ser vê mijarê de pêşketinên girîng lê "bi tedbîr" hatine bidestxistin.
Barrack destnîşan kir ku bipêşketin hîn ne di wê astê de ye ku wî di destpêkê de xeyal dikir û got:
"Heta ku min çapemeniya Îsraîlê xwend, min digot qey em gelekî nêzîktir in. Lê binêrin, em dê bigihîjin armancê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse