Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, du perestarên ciwan dawî li jiyana xwe anî.
Berpirsekî Mala Perestaran a parêzgehê sedema vê yekê bi "gelek pirsgirêkên ku perestar bi wan re re rûbirû ne" ve girê da.
Perestara bi navê Şeyda Erzanî ku li Nexweşxaneya Îmam Reza ya Kirmaşanê kar dikir, yekşemê dawî li jiyana xwe anî.
Kanala nûçeyan a Mala Perestaran a Îranê ragihand, "Şeyda Erzanî perestareke dilsoz û pabendî karê xwe bûye û xizmeteke zêde ji nexweşan re kiriye."
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, her çiqasî erka perestaran ew e ku xizmeta nexweşan bikin lê pêdiviya wan bi xwe jî bi piştgirî û xizmetê heye.
Her wiha şeva 13 Kanûna Pêşîn a 2025 Mîlad Mirwetiyê 25 salî ku li beşa bilez a Nexweşxaneya Îmam a Kirmaşanê kar dikir, dawî li jiyana xwe anî.
"Min xwest dawî li xemê bînim, lê min nekarî"
Mîlad Mirwetî di parvekirina xwe ya dawî ya li ser hesabê xwe yê Instagramê de nivîsîbû:
"Min xwest dawî li xemê bînim, lê min nekarî. Min dawî li xwe anî."
Endamê Desteya Birêvebiriya Mala Perestaran a Kirmaşanê Seîd Muradî Wefa li ser sedema xwekujiya wan her du perestaran diyar kir, dema ku pirsgirêkên perestaran nayên dîtin, ew dişikên û serî li vê rêyê didin.
Muradî Wefa got, daxwaza wan zelal e û ew dixwazin desthilat dengê hemû tîmên tenduristiyê bibihîze û pirsgirêkên wan çareser bike.
“Di dema Koronayê de xizmeteke mezin kiribû”
Li gorî gotina Mûradî Wefa, Mîlad Mirwetî di rojên herî dijwar de li beşa bilez û şewatê kar kiriye û di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de jî li nexweşxaneyê xizmeteke mezin ji nexweşan re kiriye.
Zanîngeha Bijîşkî ya Kirmaşanê û Bijîşkiya Dadî ya parêzgehê hîn derbarê xwekujiya wan her du perestaran de ti daxuyanî nedaye.
Hikûmetê belavkirina amaran qedexe kiriye
Salên dawî bûyerên xwekujiya perestaran li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
Sekreterê Mala Perestaran a Îranê havîna 2025an ragihandibû, hikûmetê biryar daye ku rapor û amarên taybet bi xwekujî û koçkirina perestaran neyên belavkirin.
Sekreterê Mala Perestaran a Îranê Mihemed Şerîfî Muqedem dibêje, perestarên wî welatî neçar in zêde kar bikin, mûçeyên wan kêm in û rastî cudakarî û cihêkariyê tên ku ev yek jî dibe sedema nexweşiyên wekî depresyon û bêhêvîbûnê.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, zêdetirî 213 hezar perestaran li nexweşxaneyên wî welatî kar dikin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna perestaran, divê herî kêm 100 hezar perestarên din bên tayînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse