Amed (Rûdaw) - Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan bi awayekî hevdem du konferansên cuda li dar xistin.
Di konferansan de bi dehan akademîsyen, mafnas û siyasetmedar di Pirsgirêka Kurdan de rê û şêwazên çareseriyeke mayînde gotûbêj kir.
Komeleya Înîsiyatîfa Mafan li Amedê "3yemîn Foruma Kurd" li dar xist.
Seroka Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fatma Bostan Unsalê got:
"Her çend naveroka wê tam ne diyar jî pêvajoyek heye û dimeşe.
Em jî ji bo nexşerêyekê amade bikin li ser Pirsgirêka Kurdan civiyane."
Beşdarên konferansê di gotarên xwe de pênaseya Pirsgirêka Kurdan kir.
Beşdaran her wiha amaje bi wêrankariya ji ber şer û ji bo çareseriyê rê nîşanî siyasetmedaran da.
"Pirsgirêka Kurdan polîtîkaya dewletê ya înkarkirina Kurdan e"
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman:
"Pirsgirêka Kurdan polîtîkaya dewletê ya înkarkirina Kurdan e.
Pirsgirêka Kurdan redkirina dewletê ya ziman û çanda Kurdan e.
Pirsgirêka Kurdan polîtîkayên bi ewlehiyê tepisandina van pirsgirêkan e."
"Bernameyeke zelal nîne"
Dîroknas Prof. Dr. Bekîr Bîçer jî da zanîn:
"Bi awayekî siyasî bernameyeke zelal a çareseriyê heta niha jî nîne.
Lê hebûna dan û standinan û pêvajoya heyî hem ji bo Tirkiyeyê hem jî li herêmê ji bo Kurdan nîşaneya paşerojeke hevpar e, ez wisa difikirim."
Her wiha li aliyekî meşandina pêvajoya heyî li aliyê din jî danîna qeyûman naveroka sereke ya gotarên beşdaran bû.
Siyasetmedar û çalakvanê mafên mirovan Umît Firat diyar kir:
"Hem mafê neteweyî hem jî mafê çandî yên Kurdan divê bi her awayî werin radestkirin."
"Desthilatê navek li pêvajoyê nekiriye"
Siyasetmedar û çalakvana mafên mirovan Dîba Keskînê jî got:
"Em dibêjin pêvajoya aştiyê yan jî ya çareseriyê lê belê desthilatê hîn navek lê nekiriye.
Dema zarokêk tê dinyayê dê û bav navekî lê dikin lê ev zarok hîn jî bê nav e."
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî bi awayekî hevdem li Amedê Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurdan li dar dixe.
Beşdarên komxebata HUDA PARê jî bersiva pirsa çareseriyeke mayînde ya Pirsgirêka Kurdan gotûbêj dikin.
"Pirsgirêka sereke nexweşiya nijadperestiyê ya Tirkan e"
Zanayê olî Mehmet Goktaş ragihand:
"Gelek tişt hene lê li vir pirsgirêka sereke nexweşiya me Tirkan a nijadperestiyê ye.
Heke ev nexweşiya me Tirkan a nijadprestbûna me were xeritandin tu problem namîne. Yanî problema mezin nijadperestiya me Tirkan e."
Yek ji axiverê komxebatê Serokê Îttîhadul Ulema ango Yekîtiya Alim û Medreseyan Mele Beşîr Varol ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan hakemtiya Quranê anî rojevê.
Her wiha axiverên din jî bi nêrînên cuda derbarê pêkaniya çareseriyê pêşniyarên xwe kirin.
"Li gorî Îslamê divê Kurdî neyê qedexekirin"
Serokê Yekîtiya Alim û Medreseyan Mele Beşîr Varol anî ziman:
"Di mehkemeya şerîeta Xwedê de her kes wekî hev e.
Hiqûqa her kesî melûm e. Heke li gorî Îslamê em hereket bikin divê zimanê Kurdî neyê qedexekirin.
Ev ziman ne resmî ye, ev resmî ye tiştekî wiha nîne. Hemû ziman jî resmî ne. Çimkî Xwedayê Teala hemû ziman çêkirine.
Heke baweriya me bi Xwedê hebe, baweriya me bi Quranê hebe, Quran dibêje Xwedê hemû ziman çêkirine.
Lê heke tiştê Xweda çekiribe û ji ayetên Xweda be ku meriv qedexe bike ev tê wateya ku baweriya te bi Xweda nîne."
Konferansa Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û komxebata HUDA PARê ya ku 15ê mehê dest pê kiribûn dê bi ragihandina encamnameyan bi dawî bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse