Li Amedê 2 zarokên malbatekê bi penceşêrê ketine

16-06-2025
Abdulselam Akinci
Zarokên malbata Fîdanan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Zarokên malbata Fîdanan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nîsanur Fîdan Ridvan Fîdan Amed Penceşêr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundê Potîkayê yê navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên malbatekê bi penceşêrê ketine.

Li gundê Potîkayê yê navçeya Çinarê ji 4 zarokên malbata Fîdanan, 2 bi nexweşiya penceşêra mêjiyê hestî ketine.

Nîsanûra 11 salî û birayê wê Ridwanê yek salî gelek zehmetî dîtine û piştî ku mêjiyê hestiyên wan hatiye guhertin her du jî kor bûne û nabînin.

Bavê wan Mehmûd Fîdan jî serê wî hatiye emeliyatkirin û bijîşkan kar û xebat li wî qedexe kirine.

Rewşa wan a aborî qet ne baş e, xaniyê wan nîne û bi mûçeyê astengdariyê yê ku zarok werdigrin debara xwe dikin.

Apê zarokan du odeyên mala xwe dane û sînorê jiyana wan ew her du ode ne.

Ew ji xêrxwazan alîkariyê dixwazin ji ber ku şert û mercên malê ji bo wan zarokan qet ne guncaw in.

Her du çavên Nîsanurê nabînin

Nîsanura 11 salî hîn 4 mehî bi penceşêra mejiyê hestî ketiye.

Piştî tê emeliyatkirin her du çavên wê kor dibin.

Nîsanur Fîdanê got, “Her du çevên min jî nabînin ez nikarin herim werim. Mala me ne xweş e.

Di mala me da cihê destavê tune ye, banyo tune ye, mitbax tune ye, odeya rûniştinê tune ye.”

Gelek amûrên muzîkê dijene

Nîsanur zarokeke gelek biqebîliyet e û ew xwe bi xwe fêrî jenîna gelek enstrumanên muzîkê bûye.

Nîsanurê her wiha got, “Ez li darbûkayê dixim, li defê, li gîtarê, li piyanoyê, li bilûrê dixim, li kalîmba û melodîka dixim.”

Ew bi dengê xwe yê xweş li hemberî zehmetiyên ji ber nexweşiya xwe berxwe dide û jiyana xwe şên dike. Nîsanurê got ku ew dixwaze çavên wê û birayê wê Ridvan vebin.

Li birayê Nîsanûrê Ridvanê yek salî jî mehek piştî ku hatiye dinyayê heman teşhis hatuye kirin û ew jî neqla mejî hestî bûye lê wekî Nîsanurê wî jî piştî emeliyatê her du çevên xwe ji dest dane û ew jî qet nabîne.

Mehmûd Fîdanê bavê Nîsanûr û Ridvan got, “Çar zarokên min hene. Du bi tendursit in lê Nîsanur û Ridvan bi penceşêrê ketine.

Nexweşî penceşêra mejîhestî ye. Di dema ev nexweşî dest pê dike demek kurt ewil li çevên wan dixe.

Heke neqla mejîhestî nebin jî îja li guhên wan dixe, pozê wan dixitimine, li pişika wan dixe, li gurçika wan dixe û wan seqet dihêle.

Zarokên min piştî teshîsa pençeşêra mejî hestî li wan hat kirin heta neqil bûn çevên xwe ji dest dan.”

Her wiha  Mehmûd Fîdan bi xwe jî ji sere xwe emelîyet bûye û bijîşka xebat li qedexe kiriye û ew lewma ew nikare bixebite û ji malbatê re dahatekê bînr.

Mehmûd Fîdan kesên xêrxwaz alîkarî xwest û got, “Hêvî dikim ku însanên xêrxwaz ji bo Nîsanur û Ridvan tiştekê bikin.

Malbat malbateke hêjar a û xaniyek ku aîdê wan be jî tune ye.

Ji ber mecbûriyetê Apê Nîsanurê ji mala xwe du ode ji wan re cûda kiriye û bi giştî jiyana wan di her du odeyan de derbas dibe.

Mitbaxa wan, serşoka wan, cihê avdestan wan û cihê razan û rabûna wan hemû bi giştî her du ode ne ku ji bo jiyaneke bitenduristî qet ne guncav e.

“Xwedîkirina wan gelekî zehmet e”

Nursel Fidana dayîka wan jî got:

“Xwedîkirina wan pir zor e. Min heyeta xwe daye ser wan. Em li her du odeyan dimînin.

Xaniyê me tune ye. Em dixwazin li gund ji me re xanîyek were çêkirin ku heyeta zarokên min hinek rehettir bibe.”

Nîsanura jêhatî dixwaze di rêya hunere de xwe bi pêş bixe û bibe hunermendeke serkfetî.

Dê û bavê Nîsanurê ji bo vê daxwaza keça ji xêrxwaz alîkariyê dixwaze ku li gund ji wan re xaniyek were çêkirin qet nebe Nîsanûr û Ridvan karibin bi rehetî bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst