Nûrhat jî wekî 2 xwişkên xwe ji ber penceşêrê mir

30-06-2025
Abdulselam Akinci
Nûhat Kavak /Wêne: Rûdaw
Nûhat Kavak /Wêne: Rûdaw
Nîşan Malbata Kavakan Nûhat Kavak Amed Penceşêr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Malbata Kavakan a ku li navçeya Rezanê ya Amedê dijî, hê jî di şîna du keçên xwe yên sala 2010an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû de bû, keça wan a sêyem Nûrhata 14 salî jî ji ber heman nexweşiyê mir.

Malbat, ji bo dermankirina Nûrhata 14 salî li benda alîkariya bijîşkî bû.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê Ebdulselam Akinci, Nûrhata 14 salî ya ku ev demeke bi nexweşiyê re têdikoşiya, şev di derdora saet 01:10an de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Kavakan a ku li navçeya navendî ya Rezanê ya Amedê dijî, di sala 2010an de di nav 9 mehan de keçên xwe Eylema 21 salî û Zozana 19 salî ji ber tumora mejî ji dest dabû.

Xwişkên wê jî bi heman nexweşiyê re têdikoşin

Xwişkên Nûrhatê, Rezana 30 salî, Hesreta 28 salî ku ew jî bi heman nexweşiyê ketine tên dermankirin.

"Ez tenê dixwazim baş bibim"

Nûrhatê ji Rûdawê axivîbû û gotibû, "Niha şant di serê min de ye. Ez berê jî emeliyat bûbûm.

Ez tenê bijîşkan dixwazim û dixwazim baş bibim. Wekî din ti tiştî naxwazim."

Mazhar Kavak ku berê ji Rûdawê re axivîbû, wekî bavekî ku keçên xwe ji dest dane, diyar kiribû ku sê keçên wî yên mayî jî bi pençeşêrê re têdikoşin û ew di serdemeke pir dijwar re derbas dibin.

Mazhar Kavak gotibû, "Me di sala 2010an de bi navbera 9 mehan Eylem û Zozan ji dest dan.

Niha em ditirsin ku Rezan, Hesret û Nûrhatê jî ji dest bidin. Em dixwazin wan bidin jiyîn.

Ji aliyê aborî ve tu bang û daxwaza me ji kesî nîne. Em mala xwe, çakêtê xwe difiroşin û diçin di konan de dijîn, tenê bila keçên me xilas bibin.

Em tenê dixwazin li kû dera cîhanê dibe bila bibe, bijîşkek ku ji birîna me re bibe derman, were dîtin."

Dayik Muzeyyen Kavak jî anîbû ziman ku rewşa Nûrhatê krîtîk e û wiha gotibû:

Dêya keçikan Muzeyyen Kavakê jî got: "Doktor got Nûrhat herî zêde yê 3 mehan bijî.

(Bijîşk) got, `eger ez bixim emeliyatê, ji maseyê ranabe` ji xwe qidûmê çokên me şikestibû, bi van gotinan çokên me bi temamî şikestin.

Ya Rebbî min dîtiye, bila ti dayik nebînin. Ez her roj li keça xwe dinêrim, her roj heta şeveqê ez li ber keça xwe nobetê digirim.

Her ku vedireşe ez ditirsim. Çimkî ya min a mezin li ser milên min verişiya û li ser milên min can da.

Ez ji Xwedê û ji we bijîşkekî baş dixwazim ku li ku darê dinyayê hebe bila ji min re bibin alîkar."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst